Ciwanê ku nexweşê diyalîzê ye li benda alîkarîyê ye
Ciwanê ku nexweşîya gurçikê pê re heye ji bo neqla gurçikê li benda alîkarîyê ye.
Li Diyarbekirê Mehmet Încîyê(23) ku nexweşê diyalîzê ye niha li nexweşxanê bi mekînê ve girêdayîye û li benda alîkarîyê ye.
Hat diyarkirin ku Mehmet Încî ev bû heftîyek ku li nexweşxanê hatiye razandin. Li gor agahîyan eger neqlê gurçikê li wî neyê kirin îxtîmal e ku Încî jiyana xwe ji dest bide.
Di derbarê mijarê de Bayram Încî yê ku bavê Mehmet Încî ye ji ÎLKHAyê re axivî.
Încî di derbarê nexweşîya lawê xwe de wiha ragihand: “ Berî niha me nizanîbû ku di gurçikên wî de nexweşî heye. Berî vê 2 sala dema ku me kir wî bişînin eskerîyê ji me re gotin ku gurçikên wî biçûk in. Berî vê heftîyekê nexweşîya wî dest pê kir. Me jî wî rakir nexweşxanê. Lawê min niha girêdaye diyalîzê ye. Em gelekî êş û zehmetîyê dikşînin.”
Încî ji bo nexweşîya lawê xwe alîkarî teleb kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ez ji vir bang dikim. Ji bo Xwedê bila ji halê me fêm bikin. Bila yekî xêrxwaz gurçika xwe bide lawê min .”
Ciwanê ku her du gurcikên wî jî îflas kirine rewşa wî ber bi nebaşbûne ve diçê û li benda alîkarîyê ye.(ÎLKHA)