Di muzakereyên nukleerê de bi Îranê re li hev kirin
Wek ku tê zanîn ev demekê dirêj di navbira Îranê û 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlehîyê ya NY'ê û Almanyayê de muzakereyên nukleerê dihatin kirin. Hat diyarkirin ku di encamê van muzakereyan de netîceyekê erênî hatiye bidestxistin.
Li gor agahîyan, di muzakereyên nukleerê yên ku li Wîyanayê dinavbira Îran û 5 endamêm daîmî yên Konseya Ewlehîyê ya NY’ê û Almanyayê de berdewam dikir de netîceyekî erênî derket holê û her 2 teref li ser mijara muzakereyên nukleerê de li hev kirin.
Li gor agahîyên ku ji teref rayedaran ve hatine dayîn di çarçoveya peymanê de dê mufetîşên Neteweyên Yekbûyî ew ê karibin li Îranê ji bo kontrolkirinê bikevin dezgehên leşkerî. Her wiha di vê çarçoveya peymanê de heq û mafê Îranê heye ku daxwaza NYyê ya ji bo ketina dezgehên leşkerî hesab bipirsî.(ÎLKHA)