Ji bo xelasîya misilmanan du'a kirin
Misilmanên Diyarbekirê ji bo birayên xwe cîhanê destên xwe vekirin û du'a kirin.
Diyarbekirîyan di şeva Qedrê ya ku ji hezar mehî xêrtir e de camî û mizgeftan tije kirin û destên xwe ji bona wan heremên misilmanan ên ku di bin îşxalê de ne û ji bona wan Misilmanên ku zilmê dibinîn ber bi asîman ve vekirin û ji bona wan du’a kirin
Diyarbekirîyên pîr û ciwan, qîz û law, pîrek û mêr di şeva Qedrê ya ku ji hezar mehî xêrtir e de bipêşanî Camîya Mezin û her wiha camî û mizgeftên din tije kirin. Diyarbekirîyên ku di camî û mizgeftan de cihê xwe girtin û destên xwe ji bona wan heremên misilmanan ên ku di bin îşxalê de ne û ji bona wan Misilmanên ku zilmê dibînin, ber bi asîman ve rakirin û ji bona wan du’a kirin.
Ji ber ku xelkê Diyarbekirê, eleqeyekî mezin nîşanî Leyletul Qedrê dan camîyan tije kirin.(ÎLKHA)