Li Frankfurtê meşa 'Roja Qudsê ya Cîhanê'
Li bajarê Frankfurta Almanyayê ji ber minasibeta 'Roja Qudsê ya Cîhanê' meşekê bi beşdarbûna gelek kesan hat lidarxistin.
Di meşa ku li Frankfurta Almanyayê ji ber minasibeta ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ hat lidarxistin de bênavbir ji teref girseyê vê tel’în ji sîyonîst û îşxalker îsraîl re hat xwendin. Her wiha kesên ku beşdarî meşê bûbûn ji bo Filîstîn û xelkê Filîstînê slogan avêtin.
Meş, piştî nîvro di saet 15.00an de li Îstasyona Trenê ya navenda Frankfurtê hat lidarxistin. Di meşê bênavbir sloganên mîna ‘ Mescîdî Aksa rûmeta me ye, Qatilê zarokan Îsraîl ji Filîstînê biqewite.Ji bona Filîstînê azadî’ avêtin.
Li ser navê Mekteba Ehlî Beyt û Offenbach Qur’an Muhammed Avci axavtinekê tirkî kir: “Ez dixwaszim ji vê derê ji mustekbîran re çend tiştan bibêjim. Em ji vir îlan û beyan dikin ku heta ew hebin û xwîna me birijînin em ê hebin, em ê berxwedanên xwe bidomînin. Heta ku ew xwîna me birijînin em ê her tim hebin. Û di dawîyê de jî ew kes dê di nava xwîna me de bixeniqin.”(ÎLKHA)