• DOLAR 34.229
  • EURO 37.964
  • ALTIN 2917.564
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpa li Xezeyê xwarina fitarê da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xebatên alîkarîyê yên Yetîm-Dera Ewrûpa, vêcar jî ji bona Xezeya ku ji 1946an vir ve di bin îşxalê de ye tên gihaştandin. Wek ku tê zanîn meha borî, Yetîm-Dera Ewrûpa ji bo yetîm û sêwîyên Xezeyî xebatekê arîkarîyê li dar xistibû û bi vê alîkarîyê dîqetan celb kiribû.

Yetîm-Dera Ewrûpa îcar jî ji bo Xezeyîyan xebata darû, erzaq, arîkarîya maddî û her wekî din arîkarîyê cûrbecûr kir . Piştî xebatên alîkarî, Yetîm-Dera Ewrûpa li Xezeyê xwarina fitarê da Xezeyîyan.

Îsmaîl Aydin ê kul i bajarê Hambûrga Almanyayê dijî û û çend karsazên xêrxwaz bi rêya Yetîm-Dera Ewrûpa xwarina fitarê dan Xezeyîyên. Kesên ku beşdarî bernameya fitarê bûbûn spasgûzarîyên xwe anîn ziman.

  “Ew ê xebatên arîkarîyê bidomin”

Arîkarê Serokê Giştî ya Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyn Ateş di derbarê arîkarîyên ku  hatine kirin de wiha destnîşan kir: “ Ew ê heta dawîya meha Remezanê him li Tirkîyê him li Afrîkayê û him jî li Balkanan xebatên me arîkarîyê bidomin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir