• DOLAR 34.164
  • EURO 37.946
  • ALTIN 2920.339
  • ...
Başbaglar ji qetlîamekî zêdetir qirkirinek e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dema tarîx 5ê tebaxa 1993an nîşan dida PKKyîyan li gundê Başbaglara Kemalîyeyê xwîna misilmanan rijandin. Çend roj piştî bûyerên ku li Sîwasê pêk hatibû re, PKKyîyan li gunde Başbaglara girêdaye Kemalîyeya Erzîncaneyê di ser gund de avêtibûn û 33 misilmanên bê guneh bi şiklekî hovanê hatibûn qetilkirin.

Serokê Komeleya Başbaglarê Mehmet Alî Dîkkaya di derbarê qetlîama Başbaglarê de wiha ragihand: “Qetlîama Başbaglarê di dîroka Komara Tirkîyê de qetlîama herî mezin e. Ev qetlîama Başbaglarê ji qetlîamekî zêdetir qirkirinek e.Niha jî ji ber vê qetlîama ku hatiye kirin hêj tu kesek nehatine girtin.  Hê jî da’wa  Başbaglarê bi tememêtî faîlî meçhul dimîne. Hinek kes ji vê da’wayê re çavê xwe miç kirin û guhên xwe kerr kirin. Ji ber vê yekê divê da’waya Başbaglarê cardin were vekolandin.”

Dîkkaya axavtina xwe wiha domand:”Çapemenî  Madimakê dibîne lê Başbaglarê nabînî. Heger mesele şewat be li Başbaglarê jî 5 kes di nava mala xwe de hatin şewitandin. Herwiha him şewitandin û hem jî dan ber guleyan û wan qetil kirin.  Zarokek , pîrekek û 31 mêrik bi şiklekî wahşîyanê hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê Başbaglar ne qetlîamek e, qirkirinek e.  Lêwra mêrikên di camîyê de derxistin û anîn meydana gund û  wan şehîd kirin. Tu sûcê van însanên dîndar tunebû û hatin qetilkirin.  Qetilkirina van însanên bêzirar, nê ji teref xelkê ve ne jî ji teref çapemenîyê ve nayê rojevê. Ev tişt jî me xemgîn dike.”

Dîkkaya wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê hemû kes bi dengekî mezin ji vê qetlîamê re îtîraz bike. Ez ji vir bang di serî de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, rayederên hikûmetê  dikim.  Em dixwazin ku qatilên vê qetlîamê  gavek berî gaveke derxin holê.Bila li ser vê da’wayê were rawestin. Û em ji Camîayên îslamî û komeleyên îslamî dixwazin ku bila him li Başbaglarê û him jî bi la li temamên misilmanan xwedî derkevin.”(ÎLKHA)  





Bu haberler de ilginizi çekebilir