• DOLAR 34.18
  • EURO 37.886
  • ALTIN 2923.022
  • ...
Ji bo beşdarbûna daxuyanîya çapemenîya 'Roja Qûdsê ya Cîhanê'  bang
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Qûdsa Azad wê ji ber minasibeta ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’  li Diyarbekirê daxuyanîyekê çapemenîyê bide. Ji ber vê  yekê bangewazîyê li xelkê Diyarbekirê kir da ku beşdarî daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî bibin.

Wek ku tê zanîn her heftîya herî dawîya Remezanê ,roja îne wek ‘Roja Qûdsê ya Cîhanê’ tê qebûl kirin. Ji ber vê sedemê di vê roja girîng de ji bona dîqqetan cardin bikşînin li ser meseleya Filîstînê, wê daxuyanî bên dayîn ,wê ji bona azadîya Qûdsê du’a bên kirin û her wiha ew ê sîyonîst bên tel’în kirin.

Ev roja girîng ango ‘Roja Qûdsê ya Cîhanê’ dê li çar alîyên cîhanê bi çalakî û daxuyanîyan bên bi bîr anîn. Her wiha li cûrbecûr bajarên Kurdistanê û Tirkîyê jî ev roja girîng bê bi bîr anîn.

Ji ber vê minasibetê Platforma Qûdsa Azad jî wê sibe piştî nimeja înê li ber Camîya Mezin daxuyanîyekê çapemenîyê ya girseyî bide.

 Rayederên platformê ji ber vê yekê bangî temamê  xelkê Amedê kirin da ku beşdarî vê daxuyanîya çapemenîyê bibin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir