• DOLAR 34.197
  • EURO 37.915
  • ALTIN 2926.567
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpa arîkarîya hewcedar û feqîrên Trabzonî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku di sala 2011an li Almanyayê hatibû damizrandin hêj ji wê rojê vir vê li temamê dinyayê heta ku jê tê di navbira feqîr, jar, bêkes û xêrxwazan de dibe pir. Yetîm-Der vê carê jî di çarçoveya xebatên alîkarîyê de alîkarîya feqîr û hewcedarên Trabzonî kir.

Ji feqîr û hewcedarên ku berî niha ji teref  Kordînatorîya Bajêrê Trabzon a Platforma Evîndarên Pêxember  ve hatibûn tesbîtkirin re  arîkarîyê pereyan hat dayîn.

Di derbarê mijara xebatên arîkarîyê de Kordînatorîya Bajêrê Trabzon a Platforma Evîndarên Pêxember  Mustafa Akyol ji ber ku ev alîkarî hatine kirin spasgûzarîyên xwe ji rayedarên Yetîm-Derê re anî ziman.

Akyol, axaftina xwe wiha domand: “ Em van arîkarîyan ji kesên sêwî, hewcedar û ji kesên jinebî re yên ku berî niha me yek bi  yek malên wan ziyaret kiribû re teslîm dikin. Kesên ku em arîkarîya wan dikin me berî niha li malên wan de rewşa van kesan  dîtîye.”

 “Yê ku cîranê wî/ê berçî be û ew ziktêr razî ne ji me ye”

Akyol vê hedîsa Resûlê Xwedê(s.x.l) “Yê ku cîranê wî/ê berçî be û ew ziktêr razî ne ji me ye” bi bîr anî û axavtina xwe wiha domand: “Nexasim divê di vê meha mibarek û meha rehmetê de arîkarîyên xwe ji bo birayên xwe yên hewcedar û feqîr re bikin. Lewra xêra vî tiştî gelekî  zêde ye. Her wiha ev xebat netenê di nava meha Remezanê de her wiha di wan mehên din de jî divê werin domandin”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir