• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
ÎTTÎHADUL ULEMA bangewazîya îtîqafê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yekîtîya Medrese û Aliman (ÎTTÎHADUL ULEMA), di van 10 rojên dawî yên Remezanê de banga emelkirina bi sunneta îtîqafê ya Hz Muhammed(s.x.l) kir û di derbarê îtîqafê de daxuyanîyên girîng da û ji xelkê re bangewazîya îtîqafê kir.

Rayederên ÎTTÎHADUL ULEMA, hedîsê Resûlûllah a ku gotiye “Şeva Leyletûl Qedrê di deh rojên dawî yê meha Remezanê de bigerin” bi bîr anîn û di derbarê îtîqafê de agahîyan parve kirin.

Di peyama ku hatiye weşandin de wiha hat destnîşan kirin: “Îtîqaf sûnnetekê Pêxemberê me ye ku tu carî destê xwe ji vê îbadetê nekişandiye. Weke ku tê zanîn îtîqaf di 10 rojê dawî yên Remezanê de ye.Îtîqaf ji bona me misilmanan  fersendekî mezin e, divê em jê mahrûm nemînin. Ji ber vê yekê divê, em van 10 rojên herî dawî yên Remezanê têr û tijî derbas bikin, îbadetên ku em dikin û em ê bikin divê em zêde bikin. Ji ber vê yekê jî îtîqaf ji bo me girîng e.”

Di peyamê de her wiha dan zanîn: “Meha Remezanê û şeva Leyletûl Qedrê divê bi îtîqafê were xemilandin. Pêxemberê me çawa ku îbadetên ku lê  ferzbûn terk nekiriye, her wiha  îbadetên ku sunnet in jî terk nekiriye. Ji ber vê yekê eger em ji xwe re dibêjin ku em şopgerên rêya Hz Muhammed(s.x.l) in wê demê divê ku  îbadetên ku wî kiribin em jî bikin.

Di dawîya peyamê de wiha hat ragihand: “Ji ber vê yekê em banga îtîqafê li birayên xwe mûmîn û misilman dikin. Hemû divê li mizgeft an jî li camîya taxa xwe niyeta xwe bînîn û têkevin îtîqafê. Bi vê wesîlê em di serî de ji bona mezlûmên ummetê îslamê û pişt re jî ji hemû misilmanan re teleba du’ayê dikin. Em wek ÎTTÎHADUL ULEMA niha ve şeva wê ya Leyletûl Qedrê pîroz dikin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir