• DOLAR 32.326
  • EURO 34.777
  • ALTIN 2389.355
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpa li Bêrecûgê alîkarîya jar û feqîran kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku di sala 2011an li Almanyayê hatibû damizrandin hêj ji wê rojê vir vê li temamê dinyayê heta ku jê tê di navbira feqîr, jar, bêkes û xêrxwazan de dibe pir.

Yetîm Dera Ewrûpa li Bêrecûga Rihayê bi wesîleya Komeleya Piştevanî û Arîkarîyê ya Çand û Hunerê (UHUVVET-DER) alîkarî ji feqîr û jaran re gihand. UHUVVET-DER ji feqîr û jarên ku berî niha li navçeya Bêrecûga Rihayê tesbît kiribû re pereyên çekan yên ku Yetîm Dera Ewrûpayê şandibû teslîmî wan  kir.

Rayederên UHUVVET-DERa Bêrecûgê ji ber çekên pereyan a hedîye ji bona Yetîm Dera Ewrûpayê re spasgûzarîyên xwe anîn ziman.

Temsîlkarê Yetîm-Dera Ewrûpa ya Tirkîyê  Nûrûllah Gungor di derbarê alîkarîyên ku heta niha hatine kirin û yên ku ew ê bên kirin de wiha axivî: “Heta ji destê me tê em hewl didin da ku alîkarîyê bikin. Me gelek li  gund,nevçe û bajêrên Tirkîyê  xebatên alîkarîyê kir; her wiha me li cûrbecûr cihên cîhanê jî xebatên alîkarîyê kir. Heta ku ji destên me tê em  hewl didin da ku em di nava feqîr, jar û dewlemendan de bibin pirek. Heta îro em li ser vê niyetê dixebitîn û em ê ji îro pêve jî bi vî awayî xebatên xwe alîkarîyê bidomîn.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir