Erebeya eskerîyê qûlibî: Mirîyek
Li navçeya Akçakaleya Rihayê erebeyekê eskerîyê ya ku li ber sînor nobedarê dewrîyê dikir qûlibî, di qezayê de eskerek mir.
Li gor agahîyên ku hatine bidetxistin, qeza duh li taxa Onculê ya ku nêzî tûxibê ye pêk hatiye. Di qezayê de çawûşekî pîspor û 2 esker tevde 3 kes birîndar bûne. Ji birîndaran Faîk Yuce bi lez rakirine nexweşxaneyê.Lê belê her çiqas hewldane jî Faîk Yuce jiyana xwe ji dest da.
Ji birîndaran Gokhan Poyrazê ku Çawûşê Pîsporê û Yûsuf Îslamê ku Er e li nexweşxaneyê tên tedawî kirin.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat dest pê kirin.(ÎLKHA)