Li Mêrdînê 15 hezar paket cixareyên qaçax hat bi dest xistin
Li Mêrdînê di bihaya 75 hezar lîre de 15 hezar paket cixareyên qaçax hat bi dest xistin. Di derbarê bûyerê de kesekê gumanbar hat binçav kirin.
Di derbarê bûyerê de Walîtîya Mêrdînê daxuyanîyek da. Di daxuyanîyê de wiha hat ragihandin: “ Ji teref Fermandarîya Cendirme ya Bajarê Mêrdînê, di sînorên taxa Kovalîya ku girêdaye navçeya Dêrikê di qontrola ku hat kirin de di erebeyekê de di bihaya 75 hezar lîre de 15 hezar cixareyên qaçax hatin girtin.(ÎLKHA)