• DOLAR 32.556
  • EURO 34.857
  • ALTIN 2445.715
  • ...
Gelo qiyama Şêx Seîd hereketekê kurdî bû?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lêkolîner Ergun ji bona 90emîn salvegera îdamkirina Şêx Seîd û hevalên wî, hinek nirxandin di derheqê qiyama Şêx Seîd de kir û wiha destnîşan kir: “Li Kurdistanê  di rêveberî û serokatîya kurdekî alim de qiyamek pêk hat, ev qiyama ku pêk hat mîna hereketên Seîdê Nûrsî û Selaheddînê Eyyûbî di çarçoveya îslamî de bû ango îslamî bû.”

 “Qiyama Şêx Seîd weke hereketên Selaheddînê Eyyûbî û Seîdê Nûrsî îslamî bû.”

Ergul axavtina xwe ya di derbarê Şêx Seîd de wiha domand: “Qiyama Şêx Seîd ne qiyamekî neteweyî bû, qiyama Şêx Seîd hereketekî îslamî bû. Ev hereket bi şiûra ummetê hereket dikir. Dibe ku di nava tevgerê de kesên kurd an jî tirk hebin.Ev jî ne delîl e ku ew kes tirkperest an jî kurdperest bin. Selaheddînê Eyyûbî  kurd bû, dewletekê mezin damizrandibû, fatîhê Qudsê bû; lê belê ne kurdîperest bû û doza kurdîtî û kurdayetî jî nedikir. Ji xwe re mucadeleya bi îman kiribû şîar û ev tişt jî  nesla, neteweya kesekî red nedikir.”

“Kurdistanekê çawa?”

Ergun wiha dawî axavtina xwe anî: “Piştî ku Komarîya Tirkî tê îlan kirin, kurd li xwe heyirî dimînin,lewra ev xebera îlana komarê tesîrekê mezin a neyînî li ser xelkê kurd dike. Demekê şûnda perwerdehîya îslamî tê qedexe kirin, û perwerdehîyekê şev û rojan pesna tirkperestîyê bide tê amade kirin. Van tiştên ku dihatin kirin jî kurd qebûl nekirin û raperînek kirin. îxtîmal bû ku di dawîya vê qiyamê de Kurdistanek hatibe avakirin. Lê belê Kurdistanekê çawa? Elbet ew ê Kurdistanekê îslamî bana. Lewra ev realîte di gotinên Şêx Seîd û yên hevalên wî de bi şiklekî aşkere xuya dike.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir