"PKK zen kir ku bi qetlîama Sûsayê re nûra îslamê dê li heremê nemîne"
Nîhat Canpolat ê ku qetlîama Sûsayê baş dizanibû û wekî dî jî şehîdên Sûsayê baş nas dikir destnîşan kir ku PKK zen kir ku digel qetlîama Sûsayê ew ê nûra îslamê li heremê bitefîne.
Nîhat Canpolat di derbarê 10 misilmanê ku di 26ê hezîrana 1992an de ji teref PKKê ve di camîya Sûsayê hatibûn şehîd kirin de agahîyên girîng bi ÎLKHAyê re parve kir.
Nîhat Canpolat ê ku şehîdên Sûsayê baş nasdikir di derbarê şehîdên Sûsayê wiha destnîşan kir: “ PKK zen kir ku ew ê karibe li heremê nûra îslamê bitefîne; lê belê Rebbê me bi bereketa xwîna şehîdan ev herem kir piştevanê nûra îslamê.”
“Şehîd ne însanê ji rêzê bûn”
Canpolat axavtina xwe ya di derbarê şehîdan wiha dom kir: “ Şehîdên Sûsayê ne însanên ji rêzê bûn. Her yek ji wan di ilmê de xwe pêş ve biribûn, di warê exlaq û edebê de gihaştibûn astekî. Ji ber vê yekê dema ku behsa şehîdên Sûsayê hat kirin bila gundîyên ji rêzê neyê bîra we. Şehîdên Sûsayê her tim kitêbên Seyîd Kutup, Hasan El Benna , Ramazan El Butî û mîna van aliman dixwandin, her tim ji dost û naskirîyên xwe re qala îslamê, xweşikbûna îslamê dikirin. Xwedê Teala ji wan razî bû ku wan bi meqama herî bi şeref ango bi şehadete mişeref kir.
“Ji ber xebatên xwe yên îslamî hatin şehîd kirin”
Canpolat axavtina xwe wiha domand: “Zalim, hewldan û xebatên îslamî yê şehîdan didîtîn, ji ber xebatên wan îslamî wan ji camîyê derxistin derveyê camîyê û di hewşa camîyê de bi xaîntî wan şehîd kirin. Ji van birayên me Zekî, Adnan, Mekî yên ku mekteba wan di havînê de bûbû betlanê dihatin Farqînê beşdarî sohbetan dibûn. Bi vî awayî xwe pêşve dibirin.”
Canpolat wiha dawî li axavtina xwe anî: “Murted, bi kuştina van ezîzên îslamê zen kir ku ew ê nûra îslamê li heremê were tefandin, lê belê dema ku bi hezaran însan ji bo şehîdan dema ku Sûsayê li hev civîyan êdî têketin li pey komployên din. Weke teşebusa qetlîama Sûsayê ya duyemîn.”(ÎLKHA)