Li Nisêbînê qezaya trafîkê : 3 birîndar
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê TIR û erebeyek li hev qelibîn, di qezayê de 3 kes birîndar bûn.
Qeza di saet 23.00an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li taxa Kasirbelekê pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li ser rêya Nisêbîn û Cizîrê TIRa bi plaka 33 CPS 29 a ku navê ajovanê wê nediyar e û erebeya bi plaka 27 B 7869 a ku ajovanê wê Mehmet Selîm Kaya bû li hev qelibîn.
Di qezayê de kesên ku birîndar bûbûn bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn dane dest pê kirin.(ÎLKHA)