Li Sêrtê endamekî rêxistinê hat destgîr kirin
Li navçeya Şîrwana Sêrtê, bi hinceta ji PKKê re revandina 4 zarokan kesek hat destgîr kirin.
Li navçeya Şîrwana Sêrtê, bi hinceta revandina 4 zarokan ji PKKê re kesek bi navê Rênas Încecîk(22) ji teref mehkemê ve hat destgîr kirin
Li gor agahîyan Rênas Încecîk piştî ku 4 zarokên ku di emrê 13 û 15 salî de ne, teslîmî PKKê dike teslîmî polîs bûye.
Rênas Încecîk ji ber îdiaya ji PKKê re temîn kirina zarokan hat destgîr kirin û wî xistin girtîgehê.
Ji zarokên ku ji teref Încecîk ve ji PKKê re hatibûn teslîm kirin H.A(13), Î.O(13), û M.D(15) ji PKKê revîyana û hatine li cem malbatên xwe. Lê belê hat hînbûn ku ji zarokan Z.D(13) hêj jî di destê rêxistinê de ye.(ÎLKHA)