Karkerên înşeatê ji bo ku rojî bigirin êvaran dixebitin
Li navçeya Kahtaya Semsûrê karkerên ku di bin şert û mercên giran de li înşeatê dixebitin, ji bona karibin rojî bigirin êvaran dixebitin.
Karkerên înşeatê diyarkirin ku ji ber ku di vê meha Remezanê de hewa gelekî germ e mirov nikarî di bin germê de him rojî bigire û him jî bixebite.
Umît Balabanli yê ku ji karkarên li înşeatê dixebitî wiha axivî: “ Ji ber ku em birojî nikarin li ber germê bixebitin, mecbur in ku êvaran bixebitin. Bi vî awayî em him rojîya xwe digirin û him jî dixebitin.”
Huseyîn Toprak ê ku xwedîyê înşeatê ye di derbarê vê mijarê de wiha ragihand: “ Hevalên me ji ber ku sibehan bi rojî ne, êvaran dixebitin. Hevalên me desten xwe ji hemû tiştî dikşînin û rojîya xwe digirin. Ji ber vê yekê dema ku dixebitin ez wan aciz nakim.”(ÎLKHA)