• DOLAR 32.343
  • EURO 34.865
  • ALTIN 2390.053
  • ...
"Ji kerba lawê xwe ez nexweş ketim"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Zengîn a  ku li taxa Lebbanaya Serêkanîyê dijîn destnîşan kirin gelek kesên ku ji doza Ergenekon û Balyoz dihatin darizandin hatine tehlîye kirin.

Malbata Zengîn her wiha diyar kir ku  biîşkenceyan, mazbetayê bi lawê wan dane îmza kirin û bi buhtanan wî girtine.

Mola Hamdîn Zengîn ê ku bavê Abdullah Zengînî ye di derbarê girtina lawê xwe wiha axivî: “Neheqî li lawê min hat kirin, îftira û buxtan lê hatin kirin. Bi zora îşkenceyan mazbetayê pê dane îmza kirin. Vaye ev bû 24 sal ku lawê min di girtêgehê de ye, ji berk u ez kal bûme êdî nema dikarim herim serdana wî. Bi heman awayî ji berk u dêya wî jî nexweş e ew jî nikare biçe serdana wî. Roja ku ez diçim serdana lawê xwe pêyên min mor dibin û ez ji hal dikevim.”

“Haya Serokomar û Serrokwezîr ji me tune ye”

Hamdîn Zengîn di derbarê qanûnên ku tê derxistin û neheqîyên ku tên kirin de wiha axivî: “Heta niha ji teref hikûmetê gelek qanûn hatin derxistin. Divîyabû ku ev qanûnên ku tên derxistin ji bo hemû kesî bana, lê belê bi zanabûn kesên dîndar neyen dîtin. Haya Serokomar û Serokwezîr ji me tune  ye, her wiha çapemenî jî ji me re ker û lal ma. Ez bangî hikumetê dikim bila ev neheqîyên ku tên kirin bila bibinin, bila ew kesên bêsûc û dîndar cardin werin darizandin.

“Ji kerba lawê xwe ez nexweş bûm”

Fatma Zengîn (65) a ku  dêya Abdullah Zengînî ye di derbarê lawê xwe Abdullah de wiha axivî: “Lawê min Abdulla  gelekî girêdaye dînê xwe bû, gelekî giringî û qiymet dida Qur’anê. Lawê min ji bona ku Qur’anê hîn bibe û hîn bike diçû cem alimên mezin. Herî dawî li Serêkanîyê çû medreseya Şêx Seyda Muhammed Alî, li wê derê hînî erebî, û Qur’anê bû.  Ji berk u ders Qur’anê distand kesên ku jê hez nedikirin bêbextî lê kirin. Vaye bû 24 sal ku lawê min bêsûc û bêsebeb  di girtîgehê de ye. Hemd ji Xwedê Teala re ku lawê min dema ku têkete hebsê jî xwe ji xwendinê neda paş û xwendina xwe domand. Lê belê  ez ji kerba lawê xwe nexweş bûm. Ez ji dil û çavê xwe emelîyat bûm. Ji berk u ez nexweş im, encax salê carekî dikarim biçim cem lawê xwe.

“Ew ê roja axretê her du destên min di pêsîra wan kesên zalim de be”

Fatma Zengîn wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ew ê roja axretê her du destên min di pêsîra wan kesên zalim de be. Ez li wan kesên ku neheqî li lawê min kirine, yên ku bêbextî lê kirine heqê xwe helal nakim. Ez ji vir gazî hikûmetê dikim. Ez li lawê xwe hesret mam. Êdî dawî li vê zilmê bînin, hûn ê heta kengî zilmê lê bikin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir