Li Erxanîyê Camîya Selahadînê Eyyûbî ji îbadetê re vebû
Li navçeya Erxanîya Diyarbekirê Camîya Selahadînê Eyyûbî ya ku bi alîkarîya xêrxwazan hatibû avakirin ji îbadetê re vebû.
Camîya ku li taxa Adnan Mendresa Erxanîyê hatibû ava kirin bi hatine Remezanê re ji îbadetê re hat vekirin.
Ji xelkê taxê Îsa Zeybek di derbarê vekirina camîyê de hest û ramanên xwe wiha anî ziman: “Berî niha em mecbur diman ku di bin apartmanan de nimej bikin. Lê belê niha avakirina camîyê ji bo taxê gelekî baş çêbû. Em dixwazin ku avakina camîyan bila zêde bibe. Hebûna camîyan hevnaskirina însanan e.“(İLKHA)