Li Hezexê zêrîngerek hat kuştin
Hat hînbûn ku li navçeya Hezexê ya navçeya Şirnexê kesên ku nasnameyên wan nediyar li ser zêrîngerekî gule reşandin û digel 2 çente zêr ji cihê bûyerê durketin.
Li Hezexê zêrînger Osman Kayar (27) dema ji cihê kare xwe vediqete ji teref kesên ku nasnameyên wan nediyar ve bi çekên merqeyên wan keleşkofê hat kuştin. Hat ragihandin ku kesên êrîşker piştî ku zêrînger dikujin her 2 çenteyên zêran hildigirin û ji cihê bûyerê direvin.
Kaya, di heman cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku ji bona ku êrîşker werin girtin cendirme li ser hinek gundên Hezexê de girtine.
Her wiha tê îdîa kirin îxtîmal e ku di bin navê dizîtîyê de xwîndarî hatibe kirin. (ÎLKHA)