YAR-DERa Rihayê ji bo meha Remazanê amade ye
Komeleya Yardimelîya(YAR-DER) Rihayê amedehîyên xwe yên ji bo alîkirîya jar û feqîran a di meha Remazanê de temam kir.
YAR-DERa Rihayê hazirîyên alîkarîyê ya ji bo jar û feqîran a ku berî niha tesbît kiribûn xelas kir. Hat diyarkirin ku YAR-DER di meha Remazanê de ew ê ji 200 malbatê re alîkarîyê bike. Rayedarên komeleyê destnîşankirin ku ew hêvîya alîkarîyên xêrxwazan e.
Serokê YAR-DERê Mustafa Bozkurt di derbarê rojev û girîngîya alîkarîyan de wiha axivî: “ Ez hêvî dikim ku ev meha Remazanê bibe sedema dawî bûna van şerên ku di nava alema îslamê de ye. Her wiha meha Remazanê meha biratî û aşîtîyê ye, meha alîkarîyê ye. Ji ber vê yekê em amadehîyên alîkarîya 200 malbatê ku berî niha hatine tesbît kirin dikin. Bi izna Xwedê em ê van alîkarîyan bigihejinin wan kesên jar û xizan.
Bozkurt her wiha bangî kesên dewlemend û xêrxwaz jî kir da ku karibin ji zêdetir însanan re alîkarîyê bigihejinin.(ÎLKHA)