• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Bihezaran Sûrî li sînora Tirkîyê li benda destûra derbasbûyînê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her roja ku derbas dibe li Sûrî şer zêde dibin. Zêde bûna şeran jî xelkê heremê mexdur û perişan dike.

Li gor agahîyan duh êvarî li Telabyadê şerekî dijwar pêk hat. PYD him ji rexê Kobenê ve him jî ji rexê  Resulayn ve êrîşî li Telabyadê kir. Cihên ku PYD êrîşî dike her wiha teyareyên hevpeyman jî bi bombardimanan piştgirîye dide wan.

 Hat diyarkirin ku balafirên hevpeyman  li cihên ku bombardimanê dike ne zarok ne pîrek û ne tiştekî din naxe hesabê. Ji ber vê yekê jî xelkê  heremê  ji neçarî heremê terk dikin. Her wiha hat îdîa kirin ku PYD jî li gundên ku bi dest dixe zextan li gundîyan dike da ku gundan vala bikin û ji heremê koç bikin.

Ji ber ku şerên gelek dijwar pêk tên û her wiha ji ber zêxt û tehdîdan xelkê heremê  mecbur dimîne ku xwe bigehîne sînora Tirkîyê. Her roja ku derbas dibe hejmara kesên ku welatê xwe terikandinê û ji neçarî koç kirine li ber sînor zêde dibe. Kesên ku koç kirine li ber sînor li benda destura derbasbûyînê ne.  Lê belê ji kesên ku koç kirine re heta niha destura derbasîyê nehatîye dayîn.(İLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir