• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Jiyana xwe îslamî bi şehadet xemiland
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Aytaç Baran ê serokê Yenî Îhya Dera Diyarbekirê bû û  hêj biçûkayî ve xwe dabû xebatên îslamî, di camîyan de beşdarî helqeyên Qur’anê bûbû dema ku ji malê derket û çû bal komeleya ku lê xizmet dikir li rastî êrîşa biçek hat û şehîd bû.

Hat diyarkirin ku Aytaç Baran, ji ber alîkarîyên ku dikir ji teref dikandar û xelkê taxa Ben û Sen û Şehîtlîkê ve  gelek dihat hez kirin.

Li gor agahîyên ku hatinê bi dest xistin Aytaç Baran dema ku ji mala derdikeve û bal bi komeleyê ve diçe ji teref kesên ku kemîn danî ve lê êrîş hat kirin. Aytaç Baran ê ku di êrîşê de birîndar bûbû rakirin nexweşxanê lê belê digel temamê hewldanan şehîd bû.

Wek ku tê zanîn Yenî Îhya Dera ku li Diyarbekirê feelîyetên xwe dikir berî niha jî li rastî êrîşên PKK/HDPyîyan ên bikevir,biçek û bimolotof hatibû.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir