Gumanbarê qatil ê HDPyî mala xwe bar kir
Mala gumanbarê qatilê 2 endamên HUDA PARê yên ku hatibûn qetilkirin di çavderîya cendirmeyan dê hat bar kirin.
Mala gumanbar qatil Sedat Teber, ê gumanbarê qetilkirina 2 endama HUDA PARê yên ku li gundê Xanikê ya ku girêdaye navçeya Hezexa Şirnexê hatibûn qetilkirin bû di çavderîya cendirmeyan de ji gund hat bar kirin.
Nezîr Teber û Sedat Teber ên ku gumanbarên qetilkirinê bûn duh êvarî ji teref Dozgerê Komarê ve bi xwestina girtinê sevkî mehkemeya nobedar hatibûn kirin.
Ji gumanbaran Sedat Teber ji teref mehkemeya nobedar ve hatibû girtin û bavê wî Nezîr Teber jî bi şerta qontrola edlî hatibû serbest berdan.
Sedat Teber ê ku hat girtin birin girtîgeha Midyadê.(İLKHA)