• DOLAR 32.593
  • EURO 35.012
  • ALTIN 2456.414
  • ...
Namzedê xweser Kilinç li Midyadê peyamên girîng da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Namzedê xweser a Mêrdînê Mahmud Kilinç di mîtînga ku li navçeya Midyada Mêrdînê li dar xist de xîtabe xelkê kir. Mahmud Kilinç destnîşan kir dema ku ew werin hilbijartin ew ê wan  heqîqetên ku li mînberan tên gotin di meclîsê de jî bibêjin.

“Xelkê me di mabeyna du çerxan de tê hêrtin”

Kilinç di destpeka axavtina xwe de Mehmet Şerîf Şîmşek û Abdûlcelîlê ku li gundê Xanika Hezexê ji teref HDPyîyan ve hatibûn şehîd kirin bi bîr anî û şehadeta wan pîroz kir û wiha got: “Xwedê Teala bila şehadeta Mehmet Şerîf Şîmşek û Abdûlcelîl Talayhan bila bixe mûm û ronahîyekî ku rêya me ronî bike. Mixabin  ev bû bisalan ku li herêma me zilm û wehşet tê kirin. Xelkê me di navbira du çerxan de tê hêrtin.”

“Namzedên Azad ji herêm û welatê me re siûdik e”

Kilinç destnîşan kir ku ji bo zilm xelas bibin Namzedên Azad him ji bo heremê û him jî ji bo welat siûdik e û axavtina a mîtîngê wiha domand: “Sedem û aramanca yekemîn a wan êrîşên ku bi hinceta Kobanê hat kirin kesên dîndar û îslamî tune kirin bû. Me tev de wê wehşeta ku hat kirin dît. Ji 50î zêdetir însanê me jiyana xwe ji dest dan. Ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest dan bi gelemperî dîndar bûn. HUDA PAR ji ber ku ji xwe re îslamê referans standîye hinek dixwazin ku HUDA PARê têxin hedefê. Astengkirina vê armancê piştgirî dayîna Namzedên Azadê. Li paşaroja Namzetên Azad binerin, hemû ji biçûkayî ve din av gele xwe de mezin bûne, hemû  hêj biçûkayî ve xizmeta vê xelkê kirine. Cudahîya Namzedên Azad a ji wan namzedên din eşqê xizmetê û bawerîya me ye.”  

Kilinç wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Bi izna Xwedê em ê her tim a rast û heqîqet bibêjin.pirsgirêka welatê me ne tenê debar e , her wiha pirsgirêka exlaqê jî heye. Berî ku em biçin li ser sindoqan du cara bifikirin û terciha rast kîjan be em wê bikin.

Mîtîng bi kirina diayê xelas bû. (İLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir