• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji Cemeata Hîzbûllah daxuyaniya hilbijartinê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji rêvebirên Cemaata Hîzbûllah Îsa Bagasî di malpera Hûseynî Sevda de bersiva pirsên di derbarê rojev û hilbijartinan de da.

Bagasî di derbarê zext û tehdîdên ku li xelkê tên kirin de wiha axivî: “ Bila tu kes stûyê xwe li hemberî zext û tehtîdan netewîne, bila hemû kes bi wêrek û xwedî îrade be. Bila xelkê me bi zanibe ku em amade ne  ji wan kesên ku zext û zordarî li wan tê kirin re alîkarîyê bikin. Em bangewazîye li hemû kesan dikin û em dibêjin, dema ku we bi îradeya xwe azad û bi tercîha xwe sîyasî çûne hilbijartinê, heger zext û zordarî, tehdît û gef li we bê kirin van tiştan werin ji Cemeata Hîzbûllah re bibêjin. Bi izna Xwedê, heta ku hêz û qûweta  Cemeata Hîzbûllah hebe ew ê alîkarîya we bike. Cemeata Hîzbûllah we tênaxe deste zalim û destpotan.”

Bagasî, bal kişande li ser lîstikên sîyonîst û emperyalîstên navnetewî û diyar kir ku  ev her du taîfe her tim hinek kesan derdixin pêş û vê serdemê jî tercîhê emperyalist û sîyonîstan Partîya Demokratîk a Gelan  e ango HDP ye.

Giştîya hevpeyvîna ku di malpera Hûseynî Sevdayê de hatîye weşandin ev e:

Tirkîye têketîye pêvajoya hilbijartinekî krîtîk û berberî. Hûn dikarin bipêşanî di derbarê vê pêvajoyê de nirxandinên xwe ji me re îzah bikin?

Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm.

Hemd û senayên bêdawî ji Rebbê aleman re be. Selat û silav li ser Mûhemmed Mustafa, li ser al û eshabê wî û li ser wan kesên ku heta roja qiyametê doza wî bidomîne be.

Li wan cihên ku îslam ne hakim e yanî cihên ku çavkanîya qanûndanînê ne Qur’an e, ne mumkin e ku edaleta rastî  were saz kirin. Lewra em dikarin li wan civakên ku sîstema wan beşerî ye mînakên zilm û bêedaletîyê bibînin. Ev zilm û bêedaletî çawa ku di nava siyaset, îktîsad, civak, exlaq, perwerdehî û tenduristîyê de cihê xwe girti be her wiha di qada hilbijartin û siyasetê de jî cihê xwe digire û xwe bi şiklekî eşkere nîşan dide.

Ji roja damezrindina rejîmê heta roja me tu car li Tirkîyeyê hilbijartinekî teslîmîyeta sîyasî di mana rastî de nehatîye kirin. Bi heman awayî dîsa heta îro di şertên wekhev de mucadeleyekî siyasî û berberîyeke biedalet çênebûye. Ji ber vê yekê tu car îradeya xelkê bi temamê tesîr li hilbijartinan nekiriye.

Ew qanûn her tim li gor kapitalîst, liberal û sekuleran her wiha hêza eskerî û aborî di deste kî de be li gor menfeat û berjewendîya wan hatîye amade kirin. Ango qanûn her tim ji bo menfeata mustekbîran hatîye çêkirin. Mudexela her tim tên kirin.

Hûn dikarin vî tiştî bi şiklekî berfirehtir îzah bikin?

Ev mudexelêyên ku me li jor îzah kirin ne tenê bi hêzên di nava welat de her wiha ji derveyî welat jî mudexelê hene. Ango hêzên navneteweyî  mudaxîlê vî tiştî dibin. Jixwe wek ku tê zanîn cûr bi cûr bi taybetî jî di mijarên siyasî de sîstemên navteweyî mudexaleyan dikin, ev mijarên siyasî û yên din li gor sîstema navteweyî tê dîzayn kirin. Her wiha wek ku tê zanîn Tirkîye jî di nav vê de li gelek dewletên îslamî îdare, siyaset, aborî li gor daxwaz û xwestekên emperyalist û îstîkbarên û zordestên cîhanê  tê guharandin. Ango ev tişt ev mudexale ji teref wan emperyalist û îsîkbarên cîhanê ve tê kirin û vî rastîyê jî hemû kes baş dizane.

Emperyalîstên navteweyî û hêzên sîyonîstan her tim bi îktîsad û çapemenîyên ku di destê wan de hene mudexele dikin. Emperyalist û sîyonîst, bi rêbazên klasik kesê ku ew dixwazin were serî pesnê wî didin û wî kesî bi xelkê didin naskirin; lê bele kesê ku naxwazin were serî dîsa bi rêbazên klasîk bi propaganda û şantajên tarî wî an wan kesan pîs dikin. Ji bo ew kesên ku naxwazin ji holê rabin operasyonan lê kirine û hêj jî dikin.  Dema ku em rewşa ommeta îslamê li ber çav bigrin, ev pêvajoya hilbijartinê ya ku em di nav de ne li gor wan hilbijartinên borî zêdetir bi mudexeleyên emperyalist û sîyonîstan re rû bi rû ye. Ev tiştekî eşkere ye.

Li gor we hêzên nawteweyî ji bo ku dîzaynê bikin dixwazin projyekî çawa  tetbîq bikin?

Wiha xuya dike ku di van  hilbijartinan de tercih û guzîdeya wan HDP ye. Emperyalist ji wê projeya ku dixwazin ku tetbîq bikin re li Kurdistanê HDP hilbijartine. Dibe ku cudahîya vê hilbijartinê ji wan hilbijartinên din ev be.  Îstîkaberên cîhanê, projeya ku li ser HDP kemilandinê, nexasim li Kurdistanê bi giştî jî dixwazin li Tirkîyeyê pêk bînin. Di encama operasyon û projeyekê wiha de dixwazin ku welat û siyasetê dizayn bikin. Ji ber mîna van sedeman ev hilbijartinên pêşîya me ji bo gele kurd û ji bo temama welat girîng e.

 Di van hilbijartinên pêşîya me de him li Êlihê him jî li Diyarbekirê namzetên azad ên ezîdî hatin nîşan dan. Ev tişt jî bu mijara nîqaş e. Li gor we di nava xelkekî ku giştîyê wî misilman be de nîşandana namzetekê nemisilman tiştekî çawa ye, hûn vî tiştî çawa dinirxenin?

Ji dewra ku kurd îslamîyetê qebûl kirine û ji dewra ku Kurdistan lîbasa îslamîyetê li xwe kiriye  heta roja me li Kurdistanê her tim komên kêmjimar yanî yên nemisilman  hebûn.  Bi heman awayî wekî din qewm cûda bi temamê cudahîyên xwe li ser axên Kurdistanê cihên xwe girtine û hebûna xwe jî domandine.

Mal, can, namus û dînê van kêmjımarên qewmî û dînî  ji teref îdarevanên misilman ve li gor esas û qanûnên îslamî hatîye parastin Ew kesên kêmjimar ango yên nemisilman bi civaka misilmanan re heta îro di nava aştîyê de jîyana xwe domandine. Bi heman awayî di navbera misilmanan û wan de jî gelek têkîlîyên baş ên însanî jî çêbûne. Bi kesan re gelek misilman an şîrîkatîya karekî kirine an bi wan re cîrantî kirine an jî bi wan re kirîvtî kirine. Ji van tiştan re pirtirê xelkê me an şahid e an jî van tiştan bi rastî kiriye.

Ev rewşa ku me li jorê rave kir nêzîkayî û nihêrîna misilmanan li kesên ku nemisilman in  nîşan dide. Her çi qas li wan demên berÊ de ew kesên ku di nava misilmanan de kêmanî ne ango nemisilman in li rastî pirsgirêkinan hatibin jî  her wiha li roja me jî li  rastî pirsgirêkan hatibin jî sedema van pirsgirêkan ne îslam û ne jî misilman in. Her wiha beravajî sedema wan pirsgirêkan rejîmên despot  û îdarevanên zordest  ên nemisilman in. Her wiha sedem û çavkanî ya wan pirsgirêk û neheqîyên ku misilman jî dijîn ev rejîmên neîslamî ne.

Hûn temsîlîyeta kêmjimaran û nîşandayîna namzetên ezîdîyan çawa dinirxenin?

Heger îro temsîlîyeta sîyasî ya van koman tê xwestin û her wiha telebên wan a beşdarbûyîna meclîsê hebin, wê demê ya herî rast û baş divê ew kom li gor nifûsa xwe biparlementeran werin temsîl kirin.  Di rewşê de ew ê di nava komên xwe de bibin namzed û bi vî awayî  ew ê ji teref wan kesên ku wan hilbijartîyê ve werin temsil kirin.

 Ji bo temsîlkirina  xelkê Kurdistanê ya ku  xelkê wê bi giştî misilman e nîşandayîna namzetên ezîdî, xiristîyan an jî kesên ku nemisilman bin û nîşandayîna wan a ji  rêza yekem xefletî û xafilî ye  her wiha bêarî ye.   Ew komên ezîdî ku li Kurdistanê tenê çend gundên wan hene  ku digel vê yekê ji wan kesan li Diyarbekir û Êlihê ku her du navendên Kurdistanê yên girîng in , namzet tên nîşan dan.  Namzet nîşandayîna van kesan ji misilmanên kurd re heqaret e, her wiha ev tişt delîla ehemmîyat nedayîna îslam û misilmanan e.

Li Kurdistanê bi dengê misilmanan hilbijartina mirovên komikên êzîdî û fille û bi wan temsîlkirina misilmanan çewttirîn kiryareke, tu eleqa wê jî bi temsîlkirinê ve nîne. Qebûl kirina vî tiştî nemumkin e û nemumkin e ku kurdekî tenê jî vî tiştî qebûl bike. Her çiqas ji ber tirs û nijdekarî dengê xwe dernaxin jî lê em wisa bawer in ku xelkê me yên misilman ji vê rewşê geleki aciz û nerazîn e.

 Li gor we sedemên vê yên bingehîn de çi veşartî ye, çima  bi awayî tê kirin?

Ev rewş û bûyerên ku  dijîn, ne rewş û bûyerên normal û sirûştî ne. Ev di çarçova projeyekê de bona tevlî jîyanê bibe kedeke girse tê nîşandan. Armanca vê projeya ku hêzên xerab ên malum bona pêşve birina wê kedeke girse diserifinin, ew kes hewl didin da ku xelkê Kurd ji nirx û bawerî,  çand û kevneşopîyên bi îslamê yek bi yek hemhal bûye dûr bixin. Taşeron û tetbîqkarên vê projeyeyê li Kurdistanê HDP/PKK ye. Van kiryarên xwe yên xeyrê îslamî, dijberê xwezaya civakê, nexweşî û rengejîyanên ji rê derketî bi navê “azadî û temsîlîyeta cîyawazîyan” didin ber xelkê kurd û bi dengê kurdan vê  îfsadê meşru dikin. Bi hîle û xefka dixebitin da ku vê rewşê li civakê bi cî bikin û dixwazin ku wek rewşeke gelekî sirûştî civakê hînî vî tiştî bikin. Lê belê civaka kurdan û xelkê Kurdistanê bi izna Xwedê vê projeyê qebûl nake û ew ê vê projeyê pûç bike.

Her çiqas  zihnîyet û nêrîna HDP ya li dijî dînê Îslamê tê zanîn, hin kesên ku dîndar tên zanîn jî ji vê partîyê namzetîya xwe danîn. Gelo divê ev çawa were nirxandin?

Ev PKK ya ku tê zanîn bingehê wê li ser îdeolojîya Marksîst, Lenînîst, Stalînîst reng girtiye û ji roja dameziriye ve li gor bingeha vê fikr û îdeolojîyê tevdigere; ên ku bi hemdê xwe û zanebûna xwe vê fikrê qebûl dikin re tiştekî zêde ya ku em ê bibêjin nîne. Lewra ew pêdivîya fikr û bawerî û pêşniyarê xwe yên dinyayê bi kar tênin. Encex vê gavê wek textikên bin çengê wan ên îfsad û tiştên xeyrê Îslamî di civakê de rasterast an veşartî didin rewacê ew mela û miftî û maxdûrên nuxumandinê yên ji xwe ve dîndar û îslamî  ku bi vî rengî tevlî vê sazîyê bûne û li ser navê Îslamê cî digrin û desteke didin; ji wan re gelek xeberên me yên ku em ê bibêjin hene.

Ev însan ji van tewr û kiryarên xwe re bi tu awayî nikarin Îslamê bikin sipartek û bona vî karî ji xwe re delîleke îslamî nikarin bibînin. Ev kesên ku dibin alavê projeyên îfsadê, dê ji wan re bibe rûreşî û dê ev reşî di enîya wan de bimîne.  Hîç pêwistikek û hîncet nikare vê qirêjîyê ji enîyan pak bike. ji bo paqij bûne lazim e ku bibêjin û ‘îlan bikin em ji van dezgehan û ji van melanetan   yên ku ev dezgeh dikin dûr û azad in; ancex bi vî rengî karibin vê reşayîyê ji rûyê xwe bibin. Heta ku vê nekin ew ê li hember xelkên misilman û tarîxê suçdar bikevin û misilman wan jibîr nakin û dê ‘efû jî nekin.

Mijarek din jî ev e ku; bi PKKê re pirs û serpêhatiyên me hemû hê li holê ne û hê çareser nebûne, di ser de jî xwîna şehîdên 6-8ên cotmehê hê zuwa nebûye û li ser rûyê kujdarên wan hêj jî xuya dike. Bi çi hincetê be bila be, em nikarin wan kesên ku bi navê Îslamî li wê cebheyê tevdigerin û cî digirin xweş bibînin an çavê xwe ji wan re bigre.

İzzet ya Xwedê û Resûlê wî û ya mûminan e. Ji bilî van wan kesên li cihên din izzet, rûmet û serbilindîyê digerin dawîya wan zillet û sertewandin e. Bila her kes vê baş bizanibe ku li gor pêdivîya weda îlahî  ev cûr mirov  dê li her dû dinyayan dê jî ehlê xisarê bin.

Berî niha hin êl û eşîr û malbatên ku ji PKKyê dûr û bihevketî bûn îro nêzîkî PKKyê dibin. Di derbarê van de hûn çi dibêjin? 

Belê, em dibînin hin eşîr û malbatên xuyayî  yên hê duh bi hêla PKKê re bihevketî an bi encama zordarî û şantajan anji  bona menfîetên siyasî û dunyewî   nêzîk dibin. Ew kes an jî kesan bi merasîm ên eşkere tevlî PKKyê dibin. Bila bi çi amanc, hedef û pêdivîyan hatibin ser vê xalê bila hatibin; em vê wek hilweşîn û zilletê dibînin. Em wisa bawerin ku ew ê di nav malbat û eşîrên xwe de tenha bimînin. Û ji teref malbat û eşîrên xwe yên di demê borî de bedêlên giran dane ve ev îxaneta tevlîbûnedê  neyê qebûl kirin.

Gelo ji van mirov û malbat û  eşîran re peyameke we heye?

 Ewên ku di encama zor û zehmetî û polîtikayên xelet ên dewlet û PKK bi endîşeyên emnîyeta can an jî pêdivîyên dinyayê yên cûda nêzî dewlet û PKK bûne, em bangewazîye ji  wan hemî malbat û qebîle û eşîran re dikin. Ji zordarî û şantajan re serî netewînin. Heger bi rastî hûn dixwazin jiyaneke serbilindî bijîn, heger hûn dixwazin hem dinya û hem jî axîreta we heba neçe, zillet û teslîmbûnê tercîh nekin. Heger hûn nêzî Hîzbûllah bibin û alîkarîyê bixwazin, di çarçova ‘edaleta Îslamê û bi qederê imkan û desthilatîiya xwe dê alîkarîya we bike..

Di civakê de, bi taybetî li Kurdistanê veguherîn, nobedarî, dejenerasyon exlaqî, zedebûna suç, nexweşîya bê emnîyetî  gelekî zêde bûye. Di derbarê  van pirsgirêkan de hûn çi dibêjin?

Polîtikayên hûkumetê yên  xelet, tewrên oportûnist û navendên hilbijartinê, rêşaşî û rêbazê di pêvajoya çareserîyê de dikin, girêdana mafê xelkê kurd ên Îslamî û însanî bi PKKve û bi hevdîtinên tên ajotin ve, dejenereya nirxan û teşwîqa bi bal dunyewîbûnê, terzejîyana lîberalî ya li ber insana û weke van gelek kirdarên xelet projeyên îfsadê yên li hember gelê kurd tên meşandin rê û bingehê amade dike û îfsadê zêde dike.

Gelo di derbarê van mijar û bûyeran dê bang û peyameke we ji xelkê Kurdistanê re heye?

Bûyerên Kurdistanê ji hilbijartinekî hesan û berberîyekî siyasî zêdetir mucadeleya dirûv girtina xelkekî ye, mucadeleya projeyekî bi salan e.

Dema ku wiha li vî tiştî binêrin wê demê tê fêm kirin ku temamê misilmanan û temamê Kurdistanîyan di bin bar û berpirsiyarîyeke giran de ne û her wiha dîsa dema ku em bi vî çavî lê binerin Kurdistanî û misilman ji pêvajoyeke dîrokî derbas dibin. Divê li dijî vi tiştî hemû kes bibîr û bidîqqet hereket bike û sefên xwe rast bihilbijere. Heger îro ne di hişmendîya van wezîfe û berpirsiyaran de bin dibe ku sibe dereng be.

Di vî warî de temamê xelkê me bila bi werek û xwedî îrade be, bila stûyê xwe ji zext û tehdîtan re netewîne. Ji ber vê yekê em bangewazîye li temamê xelkê xwe dikin û dibêjin, dema ku we bi îradeya xwe azad û bi tercîha xwe sîyasî çûn hilbijartinê, heger zext û zordarî , tehdît û gef li we bê kirin van tiştan werin ji Cemeata Hîzbûllah re bibêjin. Bi destura Xwedê, heta ku hêz û qûweta  Cemeata Hîzbûllah hebe ew ê alîkarîya we bike. Cemeata Hîzbûllah we tênaxe deste zalim û destpotan.”

Herî dawî hûn ê çi bibêjin?

Em van tiştan ne belesebeb û ne jî ji ber taktîka hilbijartinê dibêjin. Ji ber ku haya me ji wan hevdîtinên ku birazî tên kirin heye, ji ber ku em wan tehdît û gef, zext û zordarîyên ku li kes, malbat, eşîr û gundan tên kirin em dizanin, em dixwazin ku xelkê agahdar û hişyar bikin. Em ji Rebbê xwe dixwazin ku li  hemberî van dek û dolaban, proje û planên şeytanî ferasete bide xelkê me misilman. Em dîsa ji Rebbê xwe dixwazin ku bila xelkê me ji tehlûke, bela û musîbetan bipareze.

Bi vê wesîlê silavên xwe bipêşanî malbatên şehîd, girtî û muhaciran her wiha temamê birayên xwe re  dişînim.  Ez ji wan re dia dikim û ji wan jî hêvîya diayê dikim.

Ji ber ku we wexta xwe bi me re parve kir û we bersivên pirsên me da  mala we ava be.

Ji ber ku we vê derfet û îmkanê da min mala we jî ava be. Ji bo berdawama van xebatên bixêr serkeftine ji we re dixwazim. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir