• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
33 xwendekar  îcazetên xwe standin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê  xwendekarên ku xwendina xwe xelas kirin, li mizgefta Selîmîyeyê ya ku li taxa Baglara Êlihê ye bi merasîmekê 21 xwendekar îcazetên xwe standin. Gelek kesên mîna Serokê ÎTTÎHADê Enwer Kilinçarslan, alîkarê serokê ÎTTÎHADê Mehmet Şenlîk , Serokê Komîsyona Lêkolîna Ilmî ya Cemîyeta Mustezefan Abdurrahman Îçlek, gelek alimên ku  endamê ÎTTÎHADê ne û miftîyên çend bajarokên Êlihê û xelk beşdarî vê merasîma îcazetê bûn.

Di merasîma îcazetê de endamê ÎTTÎHADê û Seydayê medrese Mela Mehmet Alî Arslan di derbarê girîngîya vê merasîmê de wiha û got: “ Em însan ji axê hatine xuliqandin. Em ew qas hewcedar û muxtac in. Lê bele Xwedê Te’ala kirasa xelîfetîyê li me kir. Şeref da me, meqamê me bilind kir. Ji ber vê yeke jî tiştê ku însanan ji  wan candaran cuda dike eql û ilm e. Heke eql û ilm tunebana Xwedê Teala ji axê bi vî awayî însanekî giranqedir dernedixist.”

Her wiha di merasîmê de endamê ÎTTÎHADê Osman Teyfûr wiha axivî: “Xwedê Teala me însana bi ilm û îrfanê muşerref kir.  Emra Îlahî ya yekem a ku ji nebîyê ekrem re hat ilm bû. Ulemayên îslamê ji ber vê yeke, rê û doza pêxemberan şopandin. Bê ilm mirov nikare têkeve rê. Heke mirov bê ilm têkeve rê wê demê ew ê rêya xwe şaş bike , têkeve nava xeletîyan.”

Mersîma îcazetê , bi dia kirina Mela Abdurrehman bi dawî bû.

Her wiha li Sêrtê, li Medreseya Şêx Mûsa jî 12 xwendekarên ku xwendina xwe qedandibûn îcazeta xwe wergirtin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir