HDPyîyan êrîşî HUDA PARîyan kirin
Li bajaroka Baglara Amedê dema ku HUDA PARîyan afîşên namzetê xweser Zekerîya Yapicioglu didaliqandin HDPyîyan êrîşî wan kirin.
Li gor agahîyan li dor seat 22.00an de li taxa Selahaddînê Eyyûbî ya bajaroka Baglarê dema ku HUDA PARîyan afîşên namzetê xweser Zekerîya Yapicioglu bi dîwaran ve dizeliqandin, kesên HDPyî heqaret li HUDA PARîyan kirin.
Kesen HDPyî bîskekê heqaretên xwe li dijî HUDA PARîyan domandin û pişt re jî heqaretê li muqadesatê û Peyva Tewhîdê kirin. Ji ber vê yekê yên taxê jî bertek nîşanî HDPyîyan dan .Di navbera kesên HDPyî û yên ku li taxê rûdiniştin de pêvçûn derket. Di pêvçûnê de 2 kes birîndar bûn.(ÎLKHA)