• DOLAR 32.477
  • EURO 34.762
  • ALTIN 2443.77
  • ...
Nîştecihên taxê bertek nîşan da HDPyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê Rihayê ji ber ku HDPyê bêxebera wan li taxa wan pankarta hilbijartênê daliqandîye bertek nişanê HDPyê dan. Nîştecihên taxa Mûradîyeyê ya girêdeya navçeya Eyyubiyê bi sedema ku li kuça wan pankarta, ‘ Li vî kuçê ji bilî HDPyê bila tu partî ji me rayan nexwezin’ hatiye daliqandinê bertek nişanê HDPyê dan û gotên qey nîştecihên taxê hemû HDPyê ne.

İ.H.B got ev pankarta ku di kuçeya wan de hatiye daliqandin wan temsil nake û wiha îfade kir: Ev tax ne tapoya bavê tu kesîye. Di ser de ev kesan qala azadîyê, demokrasî, mafên demokratik dikin.  Paşê astengîyê li gel dikin. Gelo ev demokrasi û azadîyê? Em vê rewşê tu car qebûl nakin. Divê her kes li her dere bi azadîyane û aşîtîyane xebatên xwe yên hilbijartinên bi domînîn.

B. jî bertek nişane HDPyê da û bûyer wiha nirxandin: A girîng ev e ku xelk bibêjin kîjan partî derewan dikin kîjan partî rastîyê dibêje. Em hemû partîyan dişopînin kî çi çawa diaxifin em dizanin. Êdî dinya piçuk bûye kî çi dike baş dizanin.

M.B jî got xwedîyê her fikr û ramanan di kuçeya wan de hene û wiha got: Em wek nîştecihên taxê vî pankartê qebûl nakin. Min tu car rastîya vî partîyên nedît. Vana li ku bûne desthilatdar bê aramî hatiyê wê derê.

B. jî Namzêtên hevezayendîyên (Lûtîtî) HDPyê rexne kir û îfade kir gelê kurd xwedêi şeref û namus e. Em ji ber vê yeke rayên xwe nadên hevezayendîyan.

M.G got pankarta ku li kuçeya wan hatîye daliqandin wan temsil nakê. Ev tiştekî balkêş e dibêjin rastîyek heye û dibêjin ew jî HDPyê, ez vê bûyerê watedar dibinim. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir