• DOLAR 32.444
  • EURO 34.769
  • ALTIN 2441.401
  • ...
Qerara darvekirinê ya Mûhammed Mûrsî hat telîn kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber qerara darvekirina  Serokomarê yekem ê ku yekem car hatibû hilbijartin Mûhammed Mûrsî , Serokê Yekîtîya Alimên Cîhanê Yûsif Kardavî û gelek kesên din li Amed, Van û Stenbolên ji teref komele û sazîyan ve mehkemeya darbekar û qerara wan hat telîn kirin.

Li Amedê ji teref komeleya Ozgur-Derê ve li Amedê li ber avahî ya ACZ Plazayê daxuyanîyeke çapemenî hat li dar xistin. Di derbarê qerarên darvekirina Mûhammed Mûrsî û hevalên wî de,endamê komeleya Ozgur-Derê  Abdulhakîm Beyazyuz daxuyanîya çapemenîyê xwend.

Beyazyuz di daxwuyaniyê de wiha ragihand: Ev mehkemeyên ku van qeraran dane ne mehkeme ne. Lewra ew mehkeme ji şanoyekî pê ve ne tu tişt e. Ew dadgehên ku van qeraran dane bê îrade ne , mîna bûkoka ne. Ji ber van sedeman em îlan dikin ku tu qerarên wan mehkemeyan em nas nakin.”

Di derbarê telîn kirina van qerarên darvekirinê de li Stenbolê jî ji teref ÎHH û Ozgur- Derê ve meşek hat darxistin û li Parka Saraçhaneyê daxuyanîyeke çapemenîyê hat dayîn. Li ser van qeraran Seroke Ozgur-Derê Ridvan Kaya destnîşan kir ku ev ne darizandinin, ev lîstikeke qirêj û sefîl e. Her wiha Kaya bal kişand li ser vê mijara:Her çi qas birayên me hesîr bin jî qet tu car teslîm nebûne.

Piştî axavtina Ridvan Kaya, ji serokên Îxwanê Welîd Guneym wiha axivî: Misilman bi girtin û darvekirinan ji doz û dawayên  rûyên xwe navegerînin.  Em va ye bi dehan salan bedelên mezin didin. Lê belê ji ber ku em teslîmî Xwedê Teala dibin me tu car serê xwe li ber fîrawna netewand û em ê ji îro pê ve jî li ber xwe bidin, mucadeleya xwe bidomenin.

Li Wanê jî ji teref Însîyatîfa Piştgirîya Civakî ya Wanê ve daxuyanîyeke çapemenî ya girseyî li ber dibsitana Îmam Hatîp a Navendê hat dayîn. Di daxuyanîyê de qerar û kesên darbekar hatin şermazar kirin.

Li ser navê Însîyatîfê Recep Karabulak wiha dest nişan kir: Ew qerarên ku li Misirê hatin standin car din piştdirîyên darbekaran a netewî û herêmî eşkere kir. Dema ku îro tiştek tê li sere misilmanan tu kes pê eleqedar nabe. Dema ku mijar misilman be durûyîtîya dewletên rojava eşkere dibe.

Karabulak di dawîya axavtina xwe de wiha ragihand: Li Misirê  hemberî darbekaran, li Surîyê hemberî Şebbîhayan, li Filistînê li hemberî sîyonîstan, li iraq û Kurdistanê jî li hemberî qatilan divê em yekbin. Lewra ev şerta omet bûyîne ye.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir