• DOLAR 32.507
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2444.034
  • ...
Malbatên şehîdan edaletê dixwazin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xizmên şehîdên ku di bûyerên Kobanê ya 6 û 8ê cotmehê de ji teref PKKyîyan ve hatibûn qetil kirin, ragihandin ku ev doz ji teref emniyet û yargiyê ve cidî û girîng naye hesibandin.

Di derbarê vê mijarê de Mustafa Boru yê ku apê Şehîd Yasîn Boru ye û Mehmet Gokgoz ê ku bavê Hasan Gokgoz e hest û ramanên xwe bi ÎLKHAyê re parve kirin û destnîşan kirin ku ew ê heta dawîyê, vî karî bişopenin.

Mustafa, di derbarê bûyerê de meseleya ew kesê ku berî ve çend rojan li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû girtin ji cezaya PKKyî berî niha di girtîgehê de bû bi bîr anî û wiha got: “Di sala 1994an de şexsekî bi navê Murat Kurtbogan dema ku di girtîgeha Bidlîsê de ye li Tatwanê  şexsekî dikuje.  Dema em vê mînakê jî bibîr bînin wê deme em têdigihin ku hêj jî mixabin tiştên bi vî awayî tên kirin. Hêj jî li van herêman dek û dolap, lîstik tên kirin. Dema ku em  li dosyaya Yasîn Boru û hevalên wî dinihêrin heman mînakê di dosyayên wan de jî em dibenin. Lewra di vê dosyayê de 2 kes tên girtin. Lê belê  piştî 5 mehan yek ji wan bi gotina 'ez di dema bûyeran de girtîgehê de bûm’ ê din jî bi gotina ‘ez li eskerîyê bûm’ tên serbest berdan.”

“Divê rêveberîyên HDPê  jî werin darizandin”

Mustafa Boru, axavtina xwe wiha domand: “Nexwasim em ji Gulten Kişanak, Selahadîn Demîrtaş û Zubeyde Zumrut jî dawedar in. Em dixwazin ku ev kes werin darizandin. Lewra ev kes bûne sedem ku xelk xwe berdin kuçe û kolanan.  Di derbarê van kesan de tiştek nehat kirin. Ev kes berpirsiyarîya van bûyeran ji ser xwe avêtin û gotin ku ‘en ku van tiştan kirine pravakator in’. Lê belê  pişt re jî ew kes derketin û parezerîya wan sûcdaran kirin. Bi vî tiştî nesekinîn. Ew kes  xwestin ku qatilan biparezin û wan qatilan mafdar nîşan bidin. Ji ber vê yeke yên pravakator ew in. Divê ew kesên ku xelkê gazî kuçê û kolanan kirin werin darizadin.”

“Heger qatil werin berdan dibe ku sibe qetlîamnê din jî bibin”

Mehmet Gokgoz ê ku bavê Şehîd Hasan Gokgoz e, di derbarê vê mijarê de wiha ragihand: “Di van rojên dawî de  PKKyîyekê ku di girtîgehê de xuya dike bi nasnameya sexte li dervê hatiye girtin. Gelo ew kesê ku di doza  6 û 8ê cotmehê de hat serbest berdan, bi nasnameya sexte hat berdan? Bila ev tişt werî lêkolîn kirin. Em di vî tiştî de di nava şupe de ne. Rêveberîyên HDP lîstikên mîna van dikin. Ew kes serbest hatibû berdan, bi nasnameyê sexte li dervê hate zeft kirin. Dibe ku hinek kesên din jî bi vî awayî li dervê hebin. Bila dewlet vî tiştî lêkolîn bike. Lewra heger tiştek bibe wê demê berpirsîyar dewlet e. Ew kesên ku bi vî awayî hatine berdan îhtîmale ku sibe qetlîamên din jî bibin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir