Ji ÎHHyê ji gotina Demîrtaş "Qûdus a Yahûdîya ye" re bertek
Serokê Giştî ya ÎHHyê Bulent Yildirim peyva Hevserokê Giştî ya HDPê Selahadîn Demîrtaş a "Qûdus a Yahûdîya ye" bi bîr anî û bertekeke tund da.
Serokê Giştî ya ÎHHyê di bernameya ku şaxa ÎHHyê li Rihayê amade kiribû de axavtinek kir. Bulent Yildirim dest nîşan kir ku Îsraîlîyan ji ber ku Selahadînê Eyyûbî Qûdus rizgar kiriye ji kurdan gelekî ditirsin.
Bulent Yildirim ji peyvên Demîrtaş re ku gotibû “Qûdus a Yahudîyan e” bertekeke tund da û diyar kir ku tifaqîya kurd û tirka dê lîstikên emperyalîzman xera bike.
Yildirim peyvên “Qûdus a Yahudîyan e” bi bîr anî û bertek nîşan da û pişt re jî wiha ragihand: Min dît ku dema Îsraîlîyan dîtîn yên ku di keştîya Marmarayê de şehîd bûne kurd in gelekî tirsîyan. Lewra ew Selahaddînan baş nas dikin. Em jî aşiqê wî kesî ne ku wî kesî Qûdsa pîroz ji desten xeçperestan rigazr kir û bû wesîle ku em li wê dere bi rehetî nimej bikin. (ÎLKHA)