Gazî û gilî kirina gundîyên Tumukê ji ber bê xizmetîyê
Muxtarê kevn a gundê Tumuk(Kamişligol) a Çewlîgê destnîşan kir ji ber ku rêya gund xerabûyîye em mecbûr dimînin mirîyên xwe bi traktoran bînin gund.
Muxtarê kevn a Tumukê (Kamişligol) ya girêdayê Azakpertê ya Bîngolê Remazan Altûnay ji ber ku rêyên gundê wan xerabûyîne û ji ber pirsgirek û astengên gund lomê û gazin ji Serokwezîr Ahmed Davudoglu û slogana AK Partîyê ya “Ew diaxivin AK Partî dike” kir.
“ Qaşo hin diaxivin hin jî dikin ! Ka ew tiştên ku tên kirin?”
Muxtarê kevn Ramazan Altunay di derbarê pirsgirêkên gund de wiha axivî: “ Ev bû cend car ku ez li ser navê gund daxwazname didim meqamên dewletê. Lê bele me tu encam nestand. Tu kes bi me re eleqedar nebûn. Gelo ev tiştên ku wan kesan dibêjin li ku tên kirin? ka ji bo Xwedê halê gund û halê rêyên gund binerin. Ka li vir xizmetekê ku hatiye kirin heye? Ka wan pereyên xizmetê kî xwarin? Parlementer li Xerpêt û Bîngolê ser piştkî radizin lê belê tu kes ji wan nayen gundan. Duv re jî hûn dibêjin milet bi me re ye. Bila tu kes qisurê nenîre tu kes ne bi we re ye.”
“Em mirîyên xwe encax bi traktorê tenin gund”
Altunay wiha dawî li gazînên xwe anî: “Di gundê me de nêzî sed malbatî heye. Dema ku nexweşek an jî mirîyeke me çêdibe em wan an bi traktoran an jî li ser keran dibin û tenin. Gelo ev halek e ku tu kes bi me eleqedar nabe. Ez gazî berbirsîyar, rayedar û meqamên dewletê dikim. Heyfa van însana ye. Van pirsgirêkan neavêjin pişta guhê xwe. Werin bi çavên xwe bibenin ka ev xelk çawa dijî?” (ÎLKHA)