• DOLAR 34.507
  • EURO 36.543
  • ALTIN 2914.389
  • ...
"Li Amedê ji ber kêmasîya kanalîzasyonê gelek avahî di bin avê de man"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî barana demeke kurt di naVenda Amedê  ji ber ku binsazîyê/kanalîzasyonê nexweşxaneyek, lokaleke hilbijartinê û gelek avahî di bin avê de man.

Rayaderên nexweşxaneya taybet Gensîsê ji ber ku nexweşxanê di bin avê de ma gilî û gazinên xwe bi ÎLKHAyê re par ve kir û wiha destnîşan  ku ji ber kêmasîyên binsazîyê xestexanê di bin avê de ma, gelek beşên nexweşxaneyê êdî naye bikaranîn.

Personel û rayederên nexweşxaneyê di derbarê kêmasîyên binsazî û pirsgirekan de gotin ku: “ Berî niha çend car din dîsa bi vî awayî bûbû. Ji ber vê yekê dikandarên herêmê gişt îmze dan hev û me serîledana xwe li şaredarîya mezin kir. Lê mixabin tu tişt nekirin.”

Her wiha lokala hilbijartinê ya Namzetên ku li bajaroka Kayapinarê li taxa Huzurevlerî, cadê, tax , dikan û ciheên cûr bi cûr di bin avê de man.

Ji ber van sedeman hemwaltîyek bi navê A.T. bertek nîşan da û di derbarê kêmasîyan de ji ÎLKHAyê re van agahîyan parve kir: “Em li DÎSKÎyê diğerin lê bele bersiva telefonên me nadin. Ev bû dah sal ku binesazîya Amadê felişîye.  Gelo ev kes an  ji bo pere bistenin tên serî an jî ji bo xizmetê bikin? Her cara ku baran dibare ev pirsgirek derdikevin holê. Divê berî kêlîke rayedar ji van pirsgirekan re çareserîyekê bibenin” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir