Arinç; Li kolanan mirovkujên serê mirovan diperçiqênin hene
Alîkarê Serokwezîr Bûlent Arînç li Êlihê bi nûnerên komeleyên civakî û girgirêkên bajêr re hatin ba hev. Arinç navê Yasîn Boru û hevalên wî bi ziman nekir, lê bal kişand ser kujeran û got; Li kolanan mirovkujên ku serê mirovan diperçiqênin û heta bo 'eciqandinê bi wesayîtan ser mirovan de derbas dibin hene, mirovkujên wereng çavsor hene.
Alîkarê Serokwezîr Arinç ku ji bona hin zîyaret û têkilîyan hatibû Êlihê, bi nûnerên komeleyên civakî, girgirêk û aliman re yên li bajêr fealiyetan dikin, bi bernama civînek bixwarin hatin cem hev. Nav neda lê bal kişand ser erişên PKKê ên 6-8ê Cotmehê ku aligirên PKK bi hovane Yasîn Boru û hevalên wî qetilkuribû, got li kolanan mirovkujên ku serê mirovan diperçiqênin û heta bo 'eciqandinê bi wesayîta ser mirovan de derbas dibin hene.
Arinç, di axaftina xwe de nav neda lê di êrişên 6-8ê cotmehê de ji teref alîgirên PKKê ve Yasîn Boru û hevalên wî en bi hovane hatibûn kuştin qest kir. Arînç got; Li pêşber povajoya çareserîyê ewqas asteng hene ku xwe aligir didin nîşandan belê dema pişta xwe didin planên proweqasyonê dikin, mirovan dikujin û bi darên destê xwe serê mirovan diperçiqênin heta bo 'eciqandinê bi seyaran ser mirovan de derbas dibin hene. Her kes her tiştî dizane.
Arinç anî ziman ku hemî partî meşrûne û li hebûna ti partîyan îtirazî nîne û got; Lê ew kesên ku rêya derew, bêbextî, şer û tundî ji xwe re neqandine bona wan hîdayetê ji Xwedê hêvî dikin. Em aştî û aramîyê dixwazin, helalî û himbêz kirinê dixwazin. Em dixwazin hêstirên çava ziwa bibin û êdî hatina cenazeyan rawestin. Bona vê yekê me serê xwe ê xiste belayê lê belê me bedena xwe gişt bona pêvajoya çareserîyê bend kiriye. (İLKHA)