Amed; navê bawerî, îman û biratîyê ye
Resteoreya mizgefta ku binavê 5emin Herema Şerif tê binavkirin Mizgefta Mezin a Amedê didome. Beşa mizgeftê ya şafîyan bi merasimekê vebû.
Ji teref Midûriyeta Giştî ya Weqifan a Amedê ya ku restoreya Mizgefta Mezin a Amedê didome, beşa şafîyan bi beşdarbûyîna Alikarê Serokwezir Bulent Arinç ve bi merasîmekî vebû. Wezîrê Pêşketinê Cewdet Yilmaz û walîyê Amedê jî beşdarê merasîma vekirinê bû.
Vekirina beşa şafîyan bi xwendina Qur’ana pîroz dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur’ana Kerîm, Alikarê Serokwezir Bulent Arinç û Wezîrê Pêşketinê Cewdet Yilmaz axaftinek kurtasî kirin
Alikarê Serokwezir Arinç di axaftina xwe de li ser taybetîya Mizgefta Mezîn sekini û got ev Mizgefta Mezîn a Amedê ji bo cihana îslamê gelek girîng e.
Arınç axaftina xwe wiha domand: Gelê Amedê misilmanê, bi bawerî û îbadetê xwe ve girîdayê. Em bi vê exlaqê Amedê gelek şanaz in. Amed ne navenda dabeşbûn, cudabûn û pevçûnê ye. Amed; navê bawerî, îman û biratîyê ye.
Wezîrê Pêşketinê Cewdet Yilmaz jî di merasime de ifade kir ku Amed xezîneyek manewî ye divê em vê mîrasê baş bi nifşê dahatû bidin nasîn û bigîhîne vê neslê. (ÎLKHA)