Li gundê Balanê bernameya Mewlûda Pîroz
Li gundê Balanê ya ku girêdaye bajaroka Gercwesa ÊLihê ye bernameya Mewlûda Pîroz ya herî dawî hat pîroz kirin.
Bernamê piştî nîvro bi xwendina Qur’ana Kerîm dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur’anê, M.Alî Dursun axavtina destpêke kir. Dursun di derbarê bernameyê de destnîşan kir ku ev bernameyên bi vî awayî pîroz ji bor bîranîna hezkirina pêxember gelekî girîng e.
Dursun axavtina wiha domand: Wezîfeya temamê pêxemberan dawetwanî ye dozwanînya Îslamê ye. Pêxember hatin da ku me ji ebditîya ebdan xelas bikin û me bikin ebdên Xwedê Teala. Berî niha jî me gotibû em niha jî dibejin em ê hertim van bernameyên bimbarek li dar bixin. Lewra em bi wî bûn xwedîyê şeref û izzetê.
Piştî axavtina Dursun. Mewlûdxwanan mewlûd xwendin. Piştî xwendina îlahîyan bername bi dia kirina Ahmet Gurcegîz bi dawî bû. (ÎLKHA)