Namzetê azad Gok: Bila kurdî bibe zimanê fermî ya duyem
Namzetê parlementerê serbixwe yê Êlihê Aydin Gok destnîşankir ku heger ez werim hilbijartin ji bo ku makeqanûn, hebûna kurdan binase û ji bo ku kurdî bibe zimanê duyem a fermî ez ê xebatan bimeşînim.
Di hilbijartinên parlementerîyê yên 7ê hezîrana de namzetê serbixwe yê Êlihê Gok a ku HUDA PAR piştgirîyê didîye desnîşan kir ku heger were hilbijartin ji bona di zemînê makeqanûnê de danasîna kurdan çêbibe û zimanê Kurdî bibe dûyemîn zimanê fermî dê xebatan bike.
Namzetê parlementerê serbixwe Gok yê Êlihê ya ku HUDA PAR piştgrî û destegîriyê didîye bi İLKHAyê re nirxandinên balkêş parve kir. Me pirsên di derbarê meseleya kurdan, bendava hilbijartinê ya ji sedê 10 û pirsgirêkên Batmanê û pêşniyarên çareserîyê de lê kir.
Pirsên ku me ji Gok kir û bersivên ku me jê standin bi vî awayî ne:
Di derbarê vê pirsgirêka kurdan a ku nêzî 100 salî heye, bergeha nêrîna we çi ye? Heger hûn wek parlementerek werin hilbijartin di parlementoyê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên kurdan, hûn ê çi xebatan bikin?
Pirsgirêkên kurda berî avabûyîna Komara Tirkî bi zihnîyeta Îttihad û Terakkî dest pê kiriye. Ev nêzî 100 sale li ser Kurdan encama polîtikayên vederkirin û asîmilekirin pirsgirêkên kurda derxistiye holê. Ev mesele bûye jêderka gelek pirsgirêkên din jî. Di vê qonaxa paşî de li ser navê çareserkirina pirsgirêkên kurdan hin gav tên avêtin Em wisa difikirin ku ev mijar hem kêm û hem jî bi dirûvekî xelet tê berdewam kirin.Di vê mijarê de kêmasîya dilsoj a her du alîyan jî em dibînin. Gotin: pêvajoya çareserîyê, pêvajoya aştîyê; lê belê heta vê demê me dît ne dewlet ne jî rêxistin bi dilsozî tevnagerin. Her du rex jî li gor xwe meseleya kurdan xwedî derketin û her du jî ji vê meselê berjewendîyê hêvî dikin.
Em di derbarê kurd û Kurdistanê de van tiştan dibêjin: divê bi mekaqanûnê hebûna kurdan were qebûl kirin. Divê tirk xwedîyê çi mafan bin divê kurd jî xwedîyê heman mafan bin. Em vê ji bona wan nijatên din jî dibêjin.
Her wiha divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî ya duyem. Her wiha dîsa zimanê kurdî divê bibe zimanê perwerdehîyê.
Dewlet divê ji kurdan ji bona paşarojê lêborînê bixwaze û divê cihên qebrên mîna Seîdê Nûrsî,Şêx Seîd û Seyît Riza eşkere bike. Lewra di paşarojê de gelek zilm û zordarî li vî miletê kurd hat kirin. Dewlet divê bi şiklekî fermî lêborînê bixwaze.
Fikra we ya li ser bendava hilbijartinê ya ji sedî 10an de çi ye? Bandora vê bendavê li ser xelkê çawa ye?
Nêta me hebû ku em di bin navê partîyê HUDA PARê de têkevin hilbijartinan. Lê belê ji ber pirsgireka bendava hilbijartinê ya ji sedî 10an em jî mecbûr man ku wek serbixwe têkevin hilbijartinan. Em şerta hilbijartinê ya bendava ji sedî10an di temamê dinyayê de tenê li Tirkîyeyê heye. Ji be rku asta bendavê ev qas zêde ye maxdûrîyet derdikevin holê. Her wiha jî ji ber ku asta bendavê ji sedî deh 10 e hilbijêr dikeve bin bandore. Lewra dema ku dibene ew partîya ku wê raya xwe bidiye bendavê derbas nake wê demê mecbûr dimene ku raya xwe bide partîyeke din. Bi kurtasî bendava hilbijartinê li ber azadîya hilbijartinê astengîyek e.
Pêşnîyarên we di derbarê pirsgirekên Êlihê û di derbarê çareserîya van pirsgirekan de çi ye?
Heger ez werim hilbijarin bêşik ez ê di meclîsê de bibim temsîlkar û nûnerÊ gelê Êlihê. Tiştê ku ez ê bipêşanî ew ê hizmeta vî gelî bêxwedî be. Ez dibêjim bêxwedî lewra ew kesên berî niha li ser navê Êlihîyan di meclîsê de bûn ji vî gelî re tu tişt nekirin. Ew kesên ku berî niha bi rayên Êlihîyan têketibûn meclîsê ji vî gelî re tu tişt nekirin ku îro Êlih mîna gundekî mezin e.
Her wiha di vî bajarî de bêkarî gelekî zêde bûye, ewlehî tune ye îstîkarar tune ye. Cihê ku lê ewleyî û îstakrar tune be aramî û huzur jî tune ye. Her wiha her roja ku diçê hejmara wan kesên ku bi tiryakê bikartînin zêde dibe.
Ji ber van sedeman divê desta bi pêşanî fabrîka werin vekirin da ku hejmara bêkaran kêm bibe. Her wiha divê dewlet li ser ewlehîya herêmê jî bisekine da ku karsaz bi dilkî rihet karibin li van deran fabrîkeyan vebikin.
Her wiha ji bona ku aramî û huzur têkeve nava vî gelî divê projeyên civakî werin amade kirin da ku dizîtî, kûştin û hwd pirsgirêk werin asteng kirin.
Doxtor Aydin Gok kî ye?
Aydin Gok zewicî ye bavê 5 zaroka ye. Di sala 1966an de li gunde Mebîye ya ku girêdayî bajaroka Heskîfê ya Êlihê ye hat dinyayê. Dibistana destpêk, navîn û lîseyê li Êlihê xwend. Piştî ku lîseyê qedand di sala 1994an de li Zanîngeha Firatê dest bi xwendina bijîşkîyê kir.
Gok berî ku têkeve nava xebatên partîyê li Nexweşxaneya Heremê ya Êlihê dixebitî. Ji bo ku têkeve xebatên partîyê ji karê xw îstîfa kir. Niha jî namzetê serbixwe ya ku HUDA PAR piştgirîye didiye ye. (ÎLKHA)