Cîzîrî: Bila Ayla Akat ji KDPyê lêborîn bixwaze
Ji îdarevanên KDP Şerefxan Cîzîrî bertekekê tund ji axavtina Ayla Akat re nîşan da.
Ji îdarevanên KDP Şerefxan Cîzîrî ji parlementerê HDP a Êlihê Ayla Akat re bertekekê tund nîşan da û wiha got: “ Hemû kes dizanê ku ev propagandeyên qirej ên ku li hemberî KDP û Serok Barzanî tên kirin armancên wan çine.
Cîzîrî wiha domand: Çi wexta ku gelê kurd mafên xwe yên netewî tîne zimandi heman demê de hinek kes meydana fikr û siyasetê tevlîhev dikin. Ji ber vê yekê divê welatparezên kurd divê bi dîqet bin. Ez ji mêj ve Ayla Akat nas dikim. Li hemberê wê hûrmeta min heye. Lê belê ew xebardanên ku di derheqê KDP de kirin tiştekî ne baş bû. Ji ber vê jî divê Akat demildest ji KDP lêborînê bixwaze. (ÎLKHA)