• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Cîzîrî: Bila Ayla Akat ji KDPyê lêborîn bixwaze
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji îdarevanên KDP Şerefxan Cîzîrî ji parlementerê HDP a Êlihê Ayla Akat  re bertekekê tund nîşan da û wiha got: “ Hemû kes dizanê ku ev propagandeyên qirej ên ku li hemberî  KDP û Serok  Barzanî tên kirin armancên wan çine.

Cîzîrî wiha domand: Çi wexta ku gelê kurd mafên xwe yên netewî tîne zimandi heman demê de hinek kes meydana fikr û siyasetê tevlîhev dikin. Ji ber vê yekê divê welatparezên kurd divê bi dîqet bin. Ez ji mêj  ve Ayla Akat nas dikim. Li hemberê wê hûrmeta min heye. Lê belê ew xebardanên ku di derheqê KDP de kirin tiştekî ne baş bû. Ji ber vê jî divê  Akat demildest ji KDP lêborînê bixwaze. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir