• DOLAR 32.825
  • EURO 35.244
  • ALTIN 2450.671
  • ...
Sîyonîst Îsraîl ji bo tazmînatê mahkûm kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji rêwîyên Mavî Marmarayê Yucel Velî doza ku li Newşehîrê li dijî sîyonîst Îsraîlîyan vekiribû îro bi encam bû. Mehkemeya ku li dozê dinihert sîyonîst Îsraîlîyan mehkûmî dayîna tazmînatê kir.

 Ji ber biryara ku hatiye dayîn û ji ber dozan, civîneke çapemenî hat li dar xistin. Di civînê de sekreterê giştî ya ÎHHê Yavuz Dede  wiha daxuyanî da: Wek tê zanîn di sala 31.05.2010an de keştîya alîkarîyê bi bal Gazzeyê ve têkete rê. Di vê rêwîtîyê de êrîşik ji teref sîyonîst Îsraîl ve li keştîya alîkarîyê hat kirin. Di encama vê êrîşê de 10 birayên me hatin qetil kirin û bi dehan kes jî birîndar bû.

Dede axavtina xwe wiha domand: Parêzera Yucel Velîoglu Mûnewer Can  li dijî sîyonîst Îsraîl li Newşehirê  doz vekiribû. Wek ku ê zanîn Yucel Velîoglu  di keştîya alîkarîyê de kameravana AAyê bû. Ev doza ku hatibû vekirin ji teref mehkemê ve hat qebûl kirin  û bi encam jî bû. Di encama dozê de biryar hat dayin û sîyonîst Îsraîl ji mexdûr re tev de 46 hezar 103 lîrê bide.”

Dede wiha dawî li axavtina xwe anî: Ev biryar ji wan kesên din ku mexdûr bûne re bû hevî. Her wiha ev qerar ji bona hesabê wan kesên ku ji teref sîyonîst Îsraîl ve hatine qetil kirin werî pirskirin jî girîng e. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir