• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
"Divê ji nû ve rêya darizandinê were vekirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tam 3 sal li ser girtina komeleya Mustazaf Derê derbas bû. Biryara girtina komeleyê hê jî tê gengeşî kirin. Bi boneya salvegera girtina  komeleya Mustazaf Der’e parêzerê doza Mustazaf Derê Abdulganî Orhan daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê (ÎLKHA) Organ got bi deste hiqûqî neheqî hat kirin.

Parêzer Orhan wiha got: Di demên dawî de gelek kes ketin Belgedanka Ewleyî yê (Kitêba Sor) û bi destên hêzên ewleyî yê hatin mexdûr kirin. Divê ji bo van mexdûryetan ji holê werê rakirin ji nû ve de rêya darizandinê were vekirin.

Orhan  bal kişand serda girtina 2008an li Konyayê û nirxandina xwe wiha domand: Di sala 2008an de li Konyayê  di derberê 53 kesan de lêpirsîn hat vekirin. ji ber ku 4 kes tevlê bûyera talanê bûnê. Ji van kesan jî kesek birayê endamê komeleya Mustazaf Derê bû û ji vê yekê jî ew kes bi komeleya Mustazaf Derê têkildar kirin. Em lê dinêrin di qonexa darizandinê û di qonaxên din de tû car pêwendîyên komeleyê bi vê bûyera talankirinê ve  tune ye. Di encama vê darizandinê de Dadgeha Xwedî Destûrmenda Taybet a Edeneyê, bi ideaya endamên rêxistinênin 22 kes hat cezakirin. Bersûcên din jî serbest hat berdan.

Orhan wiha ragihand: Li Edeneyê Dadgeha Xwedî Destûrmenda Taybet ji bo komeleya Mustazaf Derê weri girtin serlêdanek hat kirin. Di sala 2008an de ji bo girtina komeleye doz hat vekirin. Ji xwe doz hê jî didome ew kesên tên suçdar kirin jî hê jî ne diyar e suçdar in an na. Armanca vê lêpirsênê komeleya Mustazaf Derê zem bikin û ji holê rakê.

Orhan her wiha îfade kir: Me wek parêzerê dozê li dosyayê mêze kir lê me tu sucek di dosya yê de ne dît. Mehkemeya Bilind jî ev dosya erê kir û Mustazaf Der hat gitin.

Orhan wiha dawî li nirxandina xwe anî: Darizandin wekî şanoyekî hat dîtin. Doz nehat dîtin lê biryara mehkemeyê hat dayîn. Ev hemû tişt bi deste hiqûqê hat kirin. Komeleya Mustazaf Derê bi 22 şaxên xwe bi mîlyonan kes li ser xêr û berê anîye cem hev du. Di demên dawî de gelek kes ketin Belgedanka Ewleyî yê (Kitêba Sor) û bi destên hêzên ewleyî yê hatin mexdûr kirin. Divê ji bo van mexdûryetan ji holê werê rakirin ji nû ve de rêya darizandinê were vekirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir