Li Farqînê teşebusa xwekujîyê
Hat îdîa kirin ku li navçeya Ferqînê ya giredayê Amedê xortekî 25 salî ji ber sedemekê nedîyar teşebusa xwekujîyê kir.
Hat îdîa kirin ku Li taxa Selahatîn a bajaroka Ferqînê xortê bi navê Serkan Tapanci(25) ji qata çara ya avahîyê bi nîyeta xwekujîyê xwe avêt jêrê.
Li gor şahidan dema ku Serkan Tapanci xwe ji qata çaran avêt xwarî li ser şexsekî ket . Serkan Tabanci bi ambulansa ku hat cihê bûyerê ji teref xebatkarên tenduristîyê vê birin nexweşxaneya Dewletê ya Sîlwanê.
Di derbrê bûyerê de lêpirsîn hêj didome. (ÎLKHA)