Rahmet Gida Bankasî ya Qoserê rapora fealîyetên xwe eşkere kir
Rahmet Gida Bankasî ya ku li navçeya Qosarê ya Mêrdînê xebatên alîkarîyê dike rapora xwe ya du mehan bi raya giştî re parve kir.
Rahmet Gida Bankasî ya ku li Qoserê ji jar û feqîran re alîkarîyê dike rapora fealîyetên xwe aşkere kir. Di raporê de hat diyar kirin ku di nava mehên adar û nîsanê de ji jar û ketîyan re bi tevahî 13 hezar û 46 lîre alîkarî hat kirin.
Di derbarê van xebatên alîkarîyê de serokê Rahmet Gida Bankasî Mehmet Şîrîn Oz xwe wiha ragihand: Li dinyayê tiştî herî xweş alîkarî kirina malbatên mûxtac in. Lewra Pêxemberê me gelekî li ser zarokan disekinî. Em jî di vê rêyê de bi vê şîarê xizmetên xwe dikin. Nexasim ew malbatên xêrxwaz divê dema em arîkarîyan belav dikin li cem me bin da ku wê kêf û şahîyê bibînin. Lewra dîtin û gotin tu car nabe yek. ”
Oz di dawîyê ragihand: “ Xwedê ji wan kesên xêrxwaz razî be. Mala wan ava be. Her wekî din ji kesên ku kêda wî di van xebatên alîkarîyê de hebe, Xwedê ji wan jî razî be. (ÎLKHA)