Mesûd Barzanî çû Waşîntonê
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ji bona serdanekî fermî çû Waşîntona paytexta Êmrîkayê.
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ,şeva bihurî bi komekî derecebilind re ji Hewlêrê çû Waşîngtona paytexta Amrîkayê.
Hatiye ragihandin ku ev sefera fermî ya serokê Herêma Kurdistana Iraqê li Emrîka dê çend rojan berdewam bike.
Bûroya serokatîya Kurdistana Iraqê di daxûyanîyê de ragihand ku Barzanî di vê seferê de bi serokê Emrîka Obama û alîkarê Obama Jo Baydin re li ser meseleyên cur bi cur ên Iraqê, derbrê pêşeroja Herêma kurdistana Iraqê piştî DAIŞ'ê, operasiyona rizgar kirina Mûsilê , biçekkirina hêzên pêşmerge û ji nûve avakirina navçeyên ku ji destê DAIŞê hatine rizgar kirin dê biaxive.
Mesûd Barzanî piştî Amerîka dê serdana çend welatên Ewrûpî jî bike. (ÎLKHA)