Li Entebê êrîşa biçek: Kesek mir
Li Dîlokê, du kesên ku nasnameyên wan nediyar e êrîşa biçek li ser dikandarekî kirin.
Li navçeya Şahînbeya ku giredayîye Dîlokêye Mustafa Aybak (47) a ku di dikanekî kebabfiroşî de dixebitî di êrîşa biçek de hat kuştin. Kesên ku vê erîşê pêk anîn nasnameyên wan nediyar e.
Li gor agahîyên hat bi dest xistin, her du kesên ku nasnameyên wan nediyar e duh êvarî hatin dikana kebabfiroşîyê û ji Mustafa Aybak pere xwestin. Ji ber ku Mustafa Aybak pere neda wan kesan , her du kesên êrîşkar Mustafa Aybak dan ber guleyan.
Êrîşkaran piştî ku Mustafa Aybak dan ber guleyan ji cihê bûyerê revîyan. Mustafa Aybak a ku di êrîşê de ji pişta xwe birîndar bûbû bi ambulansê birin nexweşxaneyê. Mustafa Aybak, her çi qas doxtor hewldan ji bo wî başbikin jî di encamê jiyana xwe ji des da.
Di derbarê wan her du êrîşkaran de lêpirsîn dest pê kirin. (ÎLKHA)