"Demîrtaş bertekekî tund hat şermezar kirin"
Ji ber axaftinên Hevserokê HDP Selahatîn Demîrtaş yên ku di derbarê şibandina Kabê û Teqsîmê de ji teref Platforma Azadîya Bawerîyê ve bertekekî tund hat nîşan dayîn
Hevsoreke HDP Selahatîn Demîrtaş di derbarê Teqsîmê de gotibû ku: “ Kabe ji bo misilmanan çi be, bi wî awayî Taqsîm jî ji bo karkeran ew e.” Ji ber şibandina ku Demîrtaş kir re ji teref Platforma Azadîya Bawerîyê ve bertekekî tund hat dayîn.
Platforma Azadîya Bawerîyê di derbarê vê şibandinê de wiha got: “ Ew Kabeya ku mala Xwedê ye cihekî pîroz e. Ne hede tu kesî ye ku mîna cihên Teqsîmê bişibenin mala Xwedê. Ev şibandin bê hûrmetî û bê edebî ye, hay ji xwe tunebûne.”
Ji teref Platforma Bawerîyê hat dîyarkirin ku destûrmend û berpirsyarên HDPê berî niha jî şibandine bi vî awayî bê edeb û çorsî kirine. Mînak ; “ Em dikarin îda Ramazan û Qurbanê biterikenin lê belê em Newrozê naterikenin. Namûs bûye kabûsa civakî. Em jin in , ne namûsa tu kesî ne. Malbat ji bo jinekî ne girtîgeha vekirîye, gora vekirîye.”
Platform di daxuyanîya xwe de wiha domand: “ Divê hevseroke HDP Demîrtaş demildest ji misilmanan û karkeran lê borîne bixwaze.”
Platformê wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: “ Em dixwazin ku li dijî vê bê edebî û bê hûrmetîya destûrmendên HDP xelkê me yên misilman li bawerîya xwe xwedî derbikevin û em hêvî dikin ku xelkê me li hemberî van tiştan bertekekî tumd nîşan bide.” (ÎLKHA)