Mîzgîndarê sê mehên mibarek îşev e
Mîzgîndarê sê mehên mibarek û pîroz îşev wê werê piroz kirin. Şeva pênçşema ku bi şêva înê ve gire dide şêva Regaîbê ye.
Îşev şeva Regaîbê ye. Şeva pênçşema ku bi şêva înê ve gire dide şêva Regaîbê ye. Îşev li çar alîyê welat û dinyayê bi milyonan misilman ew ê mizgeftan tijî bikin û li hev bicivin.
Dê him di mizgeftan him jî di televîzyonan de ev şeva bimbarek were pîroz kirin.
Misilman ew ê destên xwe vebikin û ji Xwedê af û mexfîret bixwazin.
Resûlê Xwedê di derbarê vê şeva bimbarek de wiha gotîye: “Xwedayê min! Tu, Receb û Şebanê ji me re bimubarek û pîroz bikî û tu me bigihîne meha Remezanê”
Di şev û rojên piroz e wek qendil û yên din, divê mirov di warê îman, exlaq, îbadet, raman û jiyanê de xwe teze bike, muhasebeya rojên borî û pilana pêşerojê bike. Bi munasebeta van şev û rojên pîroz, divê em guh bidin wan dengê manewî ye di dilên me de. Em ji gunehên xwe tobe bikin û ji tevî misilman û mirovan re dia bikin. Niyaza me ye herî mezin ew e, ku ev şev û rojên pîroz, di tevî dinê de û bi taybet di welatê me de bibin navgîna dadmendî, aşîtî, biratî û wekheviyê!
Xwedê Teala, di vê şeva pîroz de rihma xwe zêde zêde peya dike. Derîyên şifa û rizqan heta dawiyê vedike. Me dawetî bal qenciya xwe ya bê hempa dike. Nexwa divê em jî tobe bikin û tevî vê daweta îlahî bin. (ÎLKHA)