Îran wê beşdarî operasyona Mûsûlê nebe
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da zanîn ku, tu erk û wezîfeya Îranê di operasyona Mûsûlê de tûne ye.
Serokê Kurdistana Başur Mesûd Barzanî di derbarê amadehîyên operasyona Mûsûlê de ji televîzyona El Arabîyayê re daxuyanîyek da.
Barzanî di daxuyanîya xwe de wiha ragihand: “Di derheqê vê mijarê de bi kesen ku dê beşdarî vê operasyonê bibe re hat axavtin. Di vê mijarê de me biryar stand ku Îran wê beşdarî vê operasyonê nebe.” (ÎLKHA)