• DOLAR 32.476
  • EURO 34.727
  • ALTIN 2432.899
  • ...
Pirsgirêkên mihafezekarîyê yên kurdan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lêkolîner û nivîskar Abdulqadîr Tûran di gotara xwe de mihafezekariya kurdan bi lêv kir û got: Mihafezekariya çandî û Îslamtî tim tevlî hev dikin. Hal ew e ku her çiqas eleqa wan bi hev hebe jî mihefazakariya çandî ji Îslamtiyê cûda ye.

Gotara Tûran wihayê:  Îslamtiya ku berê di navbera kurdan de wek şerîetvanî dihat zanîn ji xwe re dike armanc ku civak û bingeha siyasî ber bi Îslamê ve biguherîne. Eleqe û pêwendiyên Îslamtiyê ber bi vê hêlê ve ne. Kesên ku destekê didin van eleqe û têkiliyan û yên ku wan rexne dikin peyde dibin. Lê Îslamtî her çiqas van destek û rexneyan girîng bibîne jî, helwestên xwe li gorî Îslamê diedilîne. Şayesteya li gorî Îslamê bi ser destek û rexneyan re digre.

"Mihafezekarê çandî yê her civakê li gorî dîn û kevneşopî zimanê wê civakê diguhere"

Lê mihafezekariya çandî hewl dide ku civakê, ji kîjan dînî be bila bibe, li ser rewşa ku dîn û kevneşopî û ziman tê de ne biparêze. Ji ber vê yekê mihafezekarê çandî yê her civakê li gorî dîn û kevneşopî zimanê wê civakê diguhere. Mihafezekarê Fransayî  di şertên Fransayê de, yê Tirk jî di şertên Tirkiyê de şêwe girtîye.

"ji kesên ku fikra ommetê didan pêş û di çareserkirina pirsgirêkan de li ser şerîeta Îslamê kûr dibûn re jî Îslamvan hatiye gotin"

Welew di şertên alema Îslamê de be jî çewt e ku mihafezekariya çandî wek Îslamtî bê zanîn. Ji xwe di paşerojê de jî weha nehatiye zanîn. Di demên dawîn ên Osmanî de ji mihafezekaran re Osmanîvan dihat gotin, ji kesên ku fikra ummetê didan pêş û di çareserkirina pirsgirêkan de li ser şerîeta Îslamê kûr dibûn re jî Îslamvan hatiye gotin.

Bawerî û fikir herî zêde di heyama qirîzê ya civakan de xwe nîşan didin. Di heyama qirêzê de bawerîyek û fikreke ku berteka jê tê hêvîkirin nîşan nade ya di qirêzêde ye yan jî di hukmê tunebûnê de ye.

"Di navbera kurdan de berê mihafezekariyeke çandî ya xurt hebû"

Di navbera kurdan de berê mihafezekariyeke çandî ya xurt hebû. Heya pêvajoya êrîşê ya ku Pkkê di 15ê Tebaxa 1984an de gihande çiyê û bi sal û zeman re li civakê bar kir, mihafezekariya çandî di navbera kurdan de di warê parastina paşerojê de wezîfeke girîng kir. Lê piştî wê tarîxê li dijî çalakiyên ku ji bo qelandina dînû kevneşopî û ziman hatin rastkirin bêdeng û bêqîm ma. Sedemeke vêya tirs e, ya din jî bêqîmbûnî ye.Mihafezekariya çandî li hêla çol û çîya û gundewariyê tirsiya, li bajêr jî li ber koçberiya milyonan ku ji ber nîvenga şîddetê qewimî û li ber guherîna bilez a li dinyê, ji ber ku bê techîzat û teqwîye bû bêqîm ma.

"PKk ji ber ku çepgir e bûye sedema bertekan"

Hemî teşkîlatên çepgîr dibin sedema bertekeke çandî. Pkk rêxistineke çepgîr e ku bi derfet û îmkanên çepgîriya navneteweyî û modernîzmê mezin bûye û bûye sebebê bertekekê. Lê belê di navbera kurdan de ev bertek tim ji hêla Îslamvanan ve hatiye nîşandan. Di navbera kurdan de bertekeke mihafezekar a çandî ku li hember çalakiya çepgîrîyê bên cem hev û bibe hêzek pêk nehatiye. Di vî warî de mijar ne berteka ferdî û grûbeke biçûk e. Bertekên wiha hebin jî di hukmê tunebûnê de ne. Li hemî dinyayê mihafezekariya çandî weke îdeolojîyekê teşkîlatî ye, li hember çepîriya rêxistinî weke partiyê bi awayê teşkîlatî der tê û çalakiyên ku encaman bi dest dixe pêk tîne. Ji xwe di me’na bertekê de hebûn jî ev e. 

Xurifandina çandî, asîmîlasyon û pirsgirêkên exlaqî

Li kesên xwedî bawerî û fikir dikeve ku sirên rêxistinên xwe li civatê radikşînin kifş bikin û digel dana bedêlê be jî, civata xwe di heqê wan de agahdar bikin.

Rêxistina çepgîr di heyama derkete holê de îfade kir ku xizmeta ji heqên kurdan ên sîyasî û çandî rekiriye armanc. Lê di pratîkê de tim li ber vê armancê şer kir. Di li civatê barkirina vê nakokiyê û li hemberê wê pêkanîna alternatîfê de rol û wezîfeyek dikete ser milê mihafezekariyê. Mihafezekaran wê rolê nelîst, tew ziddî vêya carna xwedîtî li gotin û fikrên rêxistina çepgîr kir. Li tu deverê dinyayê mihafezekarî nabe teriya çepgîriyê. Lê meriv nikare bêje ku di nav kurdan de eviya pêk nehatiye. Di heyata rojane de gelek kesên mihafezekar ji rewşa xwe ya ku li hemberî van armancên rêxistina çepgîrê bûn re li hinceta geriyan û di vî warî de fonksiyona pira di navbera rêxistin û xelkê de jî pêk anîn.

Skelet û stûna civakan li ser dîn û kevneşopî û namûsê tên avakirin. Mihafezekarî jî van her sê saziyan li gorî fêma di nav civata xwe de diparêze. Hejandin û zirara vana dibe sedema ku mêzîna civakî xera bibe, civak ber bi kaos û alozîye ve biçe, di dawiyê de jî civak xera bibe û eger ev xerabûn di hundir de nayê çareserkirin, dibe sebeb ku civak ji civakên din kedî dibe û marûzî asîmîlasyonê dibe. Kurdan di pêvajoya 30 salî de ev dît. Lê belê li ber vêya tu bertekeke mihafezekarîya çandî ya xuyanî nehat bihîstin. Bertek tev ji hêla Îslamî hat nîşandan. Hêlên Îslamî di vî warî bi tenê man.     

Serkeftina rêxistina çepgîr

Weke hemî rêxistinên teng û şîddeta êrîşên noqteyî diparêzin, rêxistina çepgîr jî di pey xwe re pêvajoyeke ku bi qasî 30 salî dirêj bûye û ji bo civatê bûye sedema xerabûnê hiştiye. Li ber vêya wek serkeftineke siyasî kantonên li Sûriyê û şaredarîyên li herêmê tên nîşandan. Her kesê ku di heqê kurdan de agahdar e texmîn dike ku evana netê de bin, wê di vê krîza herbê de kurdên Rojavayê bi hevgirtineke qewîtir û bi civaka xwe re bêtir lihevkirî avahiyekê pêk bînin. Bi ser şaredariyan ve behsa serkeftina wan komîk e. Meriv tenê bi mentiqa çepgîrî bifikire jî, berîya ku ev herba xerabkirox biqewime Mehdî Zana li Diyarbekirê serokatiya belediyeyê qezenc kiribû. Gava rewşa kantonan û gendeliyên di şaredariyan de bên berçavan, ne mimkun e ku hêlên mihafezekar vana wek serkeftinên siyasî bibînin.

Mihafezekar bi piranî bi serkeftina çandî re eleqedar dibin û ji ber ku ji arastinê mehrûm in, bêyî kar û zirarê û rewşa şertan bidin ber çavan, hinek pêşveçûnên der heqê zimên de wek serkeftî dibînin: Mîna “kovarên bi kurdî tên çapkirin, kurdî bû dersa bijarte..”

Ger li dinyayê pêvajoyeke ku ev maf û heq qedexe bin biqewimiya û li Tirkiyê jî îktîdar û desthilatiyeke ku li hember van mafan hebûya, ew ê ev ji bo rêxistinê serkeftin bihatana hesibandin.

Lê belê 30 sal berê li hemî welatên derûdorê, fealiyet û çalakiyên çandî yên zimanên ğeyrî fermî qedexe bûn. Li Tirkiyê jî qedexe bûn. Îro li wan hemî welatan serbest in. Li Tirkiyê jî serbest in. Tew li Tirkiyê, bi sedem fikra xwe, hikûmeteke ku ne li hemberî van heqan heye. Ev heq, li dinyê pêvajo biguhere jî, eger di desthilatiya MHP-CHPê de peyde bûbûna, dîsa meriv dikaribû behsa serkeftinê bikira. Lê belê ew jî tune ye. Li dinyê tune bûn, yên kurdan jî tune bûn. Li dinyê hene, yên kurdan jî hene. Ew çax qezenca mucadela 30 salî li ku ye?

Li aliyê din rêxistina çepgîr bi armanca kultura çepgîr bi ciwanan bide naskirin, weşanên çepgîr bi ciwanên kurd dan xwendin û ew ji kurdî qetandin, ji vêya xerabtir ji ber mucadela xwe ya xerabkirox bi milyonan kes koçî bajarên rojavayê kir. Îro zarokên wan zimanên dayikê ji bîr dikin. Tu rewşa xerabkirox a rexistina çepgîr jî bide ser vêya ku ji ber wê li hêlên wek Meletê, Erzerom, Xarpêt û heta Çolîgê girseya ku dibêje “ez ne kurd im” peyde bûye, bandora rexistina çepgîr a di asîmîlasyonê de ne hindik e. Rêxistina çepgîr di vê mijarê de xwe nedaye ber bersiyarekê û ne marûzî vepirsîneke mihafezekariya kulturî jî ye.

Ji asîmîlasyona zimên girîngtir asîmîlasyona sosyal e. Rêxistina çepgîr weke hemî rêxistinên çepgîr ên li alema Îslamê xwe da nûjenîya ğerbîbûna çandî. Nirxên malbatî û bingeha exlaqî yên kurdan xistin bin lingan û hewla ku ji ğerbê û ji hêlên laîk û nûjen ên li Tirkiyê piştevanî hilîne da. Weha got: “Ez kurdan dixim nav asîmîlasyoneke çandî ya li gorî Ğerbê ku îdara cimhûriyetê nikaribû bikira, ev kar jî ji bo hêja ye ku hûn pişgiriyê bidinê. Ew çax destek û piştgiriyê bidine min.” Herbeke dijwar li hember bingeha malbatê kir, bû sedema qeyran û bûhranan û pevçûna di navbêna nifşan de deranî, bû sebebê întîharan, ciwan li Stenbolê kirin xizmetkarên meyxaneyan. Ji ber van kirinan, ne ji bo serkeftineke siyasî be jî, piştgiriyeke ku wê herb tevlî zemaneke dirêj bike hilanî. Ev mîna di bedêla namûsa xwe de kirîna fîşekê bû. Hiş û mentiq qebûl nake ku mihafezekariya kulturî vêya tesdîq bike. Lê hûn dibîhîsin ku gundiyekî kurd dibêje “eger ev neyên kirin, dinya me nabîne” Ku mihafezekariya çandî ji bingehekê ve mehrûm ma, girseya ku li dora wê bicive baweriya xwe bi rêxistina çepgîr anî.

Teşebbusa kurdiyeke bêrûh

Rêxistina çepgîr xwedî mentiqeke wergerê ye. Çepgîra Tirk ji ğerbê distîne, ew jî ji çepgîra Tirk distîne. Nêrîna wê ya li kurdî, weke nêrîna çepgîra Tirk a li tirkî ye. Tirkîyeke bêrûh, ji dîroka xwe hatiye qetandin, laîk û sekuler, şapînozî û sexte… Kurdîyeke bêrûh, ji dîroka xwe hatiye qetandî, laîk û sekuler, şapînozî û sexte…

Weka li her derê dinyayê li Tirkiyê hêlên mihafezekar, li hemberî texrîbata ziman derketin û bi tezên alternatîf ên weke “Tirkiya tê xeberdan”, “Tirkiya Anadolûyê” ketin pêşiya çepgîriya neteweyî ya pêgirtiya ğerbê ku tirkî xera neke. Pêvajoyeke wiha li Îranê ji bo farisî qewimî. Li her dû welatan jî mihafezekaran herb qezenc kir. Li ber zimanê şapînozî û sexte, zimanê tabîî û sirûştî giha zaferê. Nexasim li Tirkiyê mihafezekaran carna tevî Îslamvanan jî, di vî karî de wezîfeke girîng hildan ser milên xwe. Weşanxaneyên Îslamvan di salên heştê û nodî de, ji ber nivîskar û wergêrên xwe yên ku li unîversîteyan de bi grûbên çepgîr re dostanî dikirin, carna çepgîra neteweyî jî derbas dikirin û berê xwe didan tirkiya bêbinî, lê hêlên mihafezekar li ber vêya sekinîn û hatine derenceke wisa ku dikarin fikrên xwe bi zanîngehan û bi Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî bidin qebûlkirin.

Lê di nava kurdan de çepgîr çê dikin, hêlên Îslamî nekin jî hinek hêlên ku ji dîndariya wan tu şuphe tune ye, di heyata xwe ya rojane de, ji ew kurdiya bêrûh, ji dîroka hatiye qetandî, laîk û şapînozî ya ku ji aliyê çepgîran ve hatiye hazirkirin, dibêjin “kurdiya hur” û wê bi kar tînin, bi axaftina wê îftîxar dikin û kesên ku bi wê xeber nadin, bi bêhessasiyeta li ber kurdî sûcdar dikin. Ew qas cehaletî jî hew dibe… Li ber vêya çareyên rêya navîn dîsa ji Îslamvanan der tên.

Veguherîna rêxistina çepgîr

Rêxistina çepgîr xwe ji tarîxa me qetandîye, ji sedî sed weke diyalektîka çepgîr li pirsgirêkan dinêre. Diguhere lê belê di nav veguherîna çepgîr de diguhere. Berî ji sedî sed Marksîst bû, niha jî di nav şertên îro de ji sedî sed Marksîst e.

Hûn dikarin bipirsin bê gelo “Marksîst xwe çawa nezrî heqên hemcînsela dikin û meylên di vî warî de di xwe de dihewînin?” Hûn ji bo Marksîzma do ya di bin tesîra kultura Rûs de heqdar in. Lê ew xwe weke fêmê kesên bi Marksîzma Nû ya ku ji Rûsya qetîyaye û li welatên Îskandînavyayê weke Îsweç û Fînlandîyayê noq bûye teşe dikin û hemcînseliyê ji xwe dikin weke armancekê. Li van welatên ku saziya malbatê ji ğeyrî li nav hindik kesên mihafezekar hedimiye, jin di her warî de ji mêr re hevser tê tayînkirin û di encamê de fikra ku jin bibin wek mêran, mêr jî bibin wek jinan û bi vî awayî ferqa cinsiyetê di cînseltiyê de biqede destekê dibîne.

Rêxistina çepgîr li gel di fealiyetên xwe yên sîyasî de xeta Lenînîs-Stalînîst didomîne, di seha çandî de jî yekser derbasî Marksîzma Nû bû, ev yek di qonaxa ewil de femînîsta ku jinê dike merkez û di qonaxa duduyan de jî marksîzmeke ku hevcînselê dike merkez e.

Di nav kurdan de ji berê de hevcînselî tune ye. Lê belê rêxistina çepgîr ji bona ku bi marksîstên nû re têkiliyê çêkin, hewceyê bi hevcînselan dibînin. Ji ber vê yekê hevcînseleke zêde dixin herêmê. Hevcînseltiya ku tune ye ewilî pêk tînin, dûre jî parastina wê dimeşînin.

Li dinyayê mensûbên hemî dînên fille, cihû, bûdîstan û hemî mihafezekar li ber van teşebusan derdikevin. Lê ji kesên ku xwe ji gotinên Îslamî û nexasim xwe ji behsa ummetê dûr dihêlin û dixwazin xwe bikin mihafezekar, tu bertek nayê nîşandan. Heta di wan de meyleke ku di pey bertekên hêlên Îslamî de li neyta xerab digerin eşkere dibe. Di vî warî de mihafezekariyeke ku li xelkê xwe xwedî derneketibe ne tiştek e, tune ye û di warê siyasî de jî ne mimkun e ku bighêje tu meqsedê.

Li her derê dinyayê mihafezekarî ber bi hêla dîn ve diçe. Li Emerîkayê li Ewrûpayê mihafezekariya fille her ku diçe tenê dibin fille. Weka alema Îslamê li Tirkiyê jî weka berê Îslamvan di nav mihafezekariyê de tên zanîn, carna siyasî didin pey mihafezekaran, lê îro mihafezekar di nav Îslamvanan de tên zanîn û siyasî tabiê wan dibin.

Di nav kurdan de xuya dibe ku bêyî pêkhatina mihafezekariye teşkîlatî ew ê têkevin nav hêlên Îslamî û tabiê wan bibin.

Sûcê li ber însanîyetêye ku ciwanên civakekê teşwîkî araq û kêf û hevcînseliyê bên kirin. Ew ciwan mensûbên kîjan dînî bin bila bibin, bi kîjan zimanî xeber bidin bila biaxivin, divê bên parastin. Di navbera kurdan de ev wezîfe tenê li ser milê hêla Îslamî maye. Rêxistin û orguta çepgîr 30 sal li çiya bi şer derbas kir. Wê baş be ku hêla Îslamî ji bo kurdan li ser navê însaniyetê ji vî alî ve li girîngiya heyatîya wê binêrin.  (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir